Mittwoch, 5. April 2023


 Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G.

Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie

Derûn Akademî

Akademiya Derûnnasî û Şêwirmendiya Navçandî

BANGA ALÎKARIYÊ

Li gorî çavdêriyên me, ji ber nebûna hesasiyet û ezmûna di warê psîkoterapî û şêwirmendiya navçandî de, mirov nikare têra xwe ji piştgiriya derûnî sûd werbigire. Ev yek barên giran dixe ser bîmeya tenduristiyê û hikûmetan. 

Xerîdar jî dikarin xelet werin teşhîs kirin. Mînak, carnan ji hêla pisporên Ewropayî ve nayê fêhmkirin ku mirovên Deryaya Navîn êşa xwe ya derûnî li ser kezeba xwe vedibêjin. Dema bêhna wan gelek teng bû, dibêjin "kezeba min şewitî". Derûnnasek Ewropayî dikare bêje "dibe ku di kezeba nexweş de tûmor hebe". 

Bi heman awayî, ji ber ku hestên sûcdarî û şermê di nava çandan de bi rengek cûda pêşketine, ev jî dibe sedemê pêşdaraziyan, di nava koman de.

Niha, bi mîlyonan Ukraynayî bi xemgînî li bendê ne ku şerê li welatê wan di zûtirîn demê de bidawî bibe. Di heman demê de dê û zarokên Rûs jî. Tenê kesên şer jiyane dizanin şer çiye. Almanyayê sînorên xwe ji wan re vekir, li seranserê welêt ji bo wan "Maseya Bixêrhatinê" hat danîn. Di vê navberê de divê em penaberên ji Afrîka û Rojhilata Navîn hatine jî jibîr nekin.

Di havîna 2014’an de li ser Êzidiyan metirsiya nîjadkujiyê hebû. Terorîstan hewl dabûn bi giştî Êzîdiyan ji holê rabikin. Rast e, komkujî pêk hat. Li gorî ajansên navneteweyî herçendî DAÎŞ (IS) paşve çûbe jî, dîsa bihêztir dibe. Operasyona leşkerî ya navneteweyî ya li dijî milîsên DAIŞê hê biserneketiye, rewşa Êzîdiyan baştir nekiriye. Statûya herêma Şingalê ku Êzîdî lê dijîn nehatiye diyarkirin. Divê rayagiştî ya cîhanê wan jibîr neke. Bi hezaran Êzidî li kampên Herêma Xweser a Kurdistanê di şert û mercên gelekî dijwar de dijîn. Di sala 2021an de, di hefteyekê de 11 ciwanan întîxar kirin. Nêzîkatiya medyayê ya ji bo bûyerên întîxarê ne zêde exlaqî bû. Bi bêhemdî, ew bûn sedemê trendeke xwekujiyê. Hinek qurbaniyan dest bi gotina "heger wî kir, çima ez nekim?" kirin. Lêbelê, medyayê dikaribû bi baldarî û berpirsiyarîtir nêzîk bibe. Derfetên hikûmeta Kurdistanê kêm in. Li welatekî ku nifûsa wê 5-6 mîlyon e, ku tê gotin bi qasî 2 mîlyon penaberan dihewîne, bifikirin. 

Kesên xwedî wijdan hewl didin ji Elmanyayê piştgiriyê bidin wan. Lê ev têrê nake û stratejiyek jî nîne. Li kampan jinên travmatîk ên ji destê DAÎŞê hatin rizgarkirin hene. Pêwîst e ew bi lezgînî ji hêla psîkolojîk ve bêne stabilîzekirin û dermankirin. Tê zanîn, nexweşên trawmayê heger neyên dermankirin dibe ku berê xwe bidin xwekuştinê an bikaranîna maddeyên hişbir. Her ku sal derbas dibin, şansê dermankirinê jî bo wan kêm dibe.

Herwiha pêwîstiya bi sed hezaran Efrînî, Tirkmenên Şîe û Erebên Sunnî jî bi her awayî bi derûndermaniyê heye. Yên di rewşa herî dijwar de ne, penaberên Kurd in. Welatên Ereb piştgiriyeke darayî ya mezin didin koçberên Ereb ên ku ji şerê Sûrî ziyan dîtine. Lê mixabin ev piştgirî ji Kurdan re nayê kirin. Polîtîkayên aktorên herêmê yên guhertina demografiya pêkhateyan jî, jiyana penaberan bi tevahî nebaş dike. Pêdiviya mirovan bi xwarin û tiştên paqijiyê, ava vexwarinê, xwarina zarokan û kincên zivistanê hene.

Lê em dixwazin piştgiriya psîkolojîk bidin wan. Di bin çavdêriya pisporan de em ê bi xwe biçin kampan û li cihê ew lê dijîn de, destên xwe bidin birînên wan. Em dixwazin bi tedawiyên psîkolojîk ên online, teşhîs, peydakirina antîdepresanan, pêşxistina hişmendiya derûnî, bernameyên cûrbecûr ji bo rehabîlîtasyona zarokan hwd alîkariyê bikin.

Herwiha em dixwazin ji bo kêmendamên bedenî û derûnî, LGBTQ, kal û pîrên ku derfetên dermankirina wan dijwartir bûye jî xizmetê bikin. Em ê di warê derûnnasiyê de piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî cihêkarî û tundiya li ser jinan. Em dixwazin bo pêşxistina mafên zarokan û geşedana wan lêkolînan bikin, bi taybetî bo zarokên penaber derfetên psîkoterapiyê biafirînin. Em hewl didin ku lîteratûra derûnnasiyê wergerînin zimanê Kurdî. Psîkoterapî û modulên şêwirmendiya psîkolojîk jî. Em ê kongre û komxebatan lidarbixin.

Me ji bo tedawî û entegrasyona koçberan, bi hesasiyeta derûndermaniya navçandî, li diyasporayê, armancên mezin danîne ber xwe. Ji bo entegrasyona zarokên koçber û zehmetiyên ku di pergala perwerdehiyê de dijîn, bername amade kirine. Her wiha ji bo mexdûrên êşkence û destdirêjiyê jî. Me plansaziya fîlm û broşurên perwerdehiyê yên bi zimanên curbecur, bi taybetî bi Kurdî kiriye. Em ê kovaran derxin û gelek xizmetên din jî bikin.

Ev tenê 20% ji planên me ne. Ji ber hin sedeman, em ê van planên din ji bo demekê îlan nekin. Hewce nîne, behsa mexdûrên Erdheja Gurgumê (Meres) bikim ku yek ji karesatên mezin ên sedsalê ye. 

Di gotinên pêşiyan ên kurdî de dibêjin “bi destekî çepik nabe”, “bi gulekê bihar nayê". Em dikarin bi piştgiriya we biserbikevin. Em ji kerema xwe daxwaz dikin ku hûn bibin endamê akademiya me û endametiyek piçûk bidin. Her wiha em ji kesên rewşa wan a aborî baş e daxwaz dikin ku alîkariyê bidin akademiya me. Bifikirin ku bi pereyên ji bo qehweyekê hûn didin, em dikarin danişînek psîkolojîk pêşkêşî mexdûrên êşkence û destdirêjiyê bikin.

Hûn dikarin ji bajarê ku hûn lê dimînin jî destên xwe bidin me. Hûn dikarin ji cihê hûn lê dijîn dengekî li dengê me zêde bikin. Bi endametî û bexşên we em ê akademiyeke zanistî pêşkêşî nivşên paşerojê bikin. Pêwîst e saziya xwe pêş bixin û hejmara endamên xwe zêde bikin. Heger hejmara endamên me gihîşte radeyekê, dê akademiya me ji rayedarên hikûmetan jî girîngiyê bibîne. Bi giştî dê diyasporaya Kurd sudê jê werbigire.

Heger we jî xewnek heye mîna me, gelek tişt hene ku hûn dikarin wekî dilxwaz ji me re bikin. Gelek karesat, şer, erdhej, pandemiyên nola Covid-19 ûêd, bi hewldana mirovên qenc têk çûne û dicin. Ala mirovahî, aştî, hezkirin, xewn, hêvî û evînê divê nekeve xwarê.

Îdealîst, ên ku dixwazin serkeftinê bibînin, ên ku xemgîn in ji bo bi hezaran nexweşên trawmayê yên Êzidî û Efrînê, yên ku niha li kampan dijîn, divê dest bidin me. Yên ku gotinek wan heye, yên ku tola bêhêvîbûna xwe ya şexsî ji me nagirin, ên ku keda me dibînin divê tevlî me bibin. Zanistî, aqil, aşitî û evîn hêja ne. Yên ku naxwazin me ji bo egoyên xwe bi kar bînin, divê tevlî refa endam û dilxwazan bibin.

Akademiya me xwe ji siyasetê dûr digire. Ti eleqeya me bi siyaset û îdeolojiyan nîne. Çiraya me zanistî ye. Kesên ajendayên wan ên veşarî hene, divê bizanibin, em di bin siya Manîfestoya Etîkê ya Derûn Akademiyê û Makezagona Piroz a Alman de xebatên xwe dikin. Em li benda endametî û bexşandinên we ne. 

Bi taybetî vêgav alîkariyê ji îdealîstan dixwazin

Niha li Hamburgê di hewla peydakirina avahiyekê de me. Navnîşana me ya heyî bo têkiliyên nivîskî ye. Ji bo em nexweşên sîgorteyan bipejirînin, divê kargeha me gorî pîvan û norman be. Bi dax e, cihekê wiha peydakirin li Hamburgê him dijwar e, him jî bo wê derfetên me nînin. Di vê demê de alîkariyê ji xêrxwaz û dilxwazan dixwazim.

Me bo çêkirina malperê dirav dabû kesekî li Tirkiyeyê. Mixabin dirav jî, ew kes jî winda bûn. Niha li gel kêşeyên heyî, divê malperê jî bidim çêkirin. Amûrên teknîkî bo fîlm, derûnperwerde ûêd jî dera han. Dê li ser malpera me derfetên online-terapî û endametiyê hebe. Vêgav dîsa jî çend derûnnas fedakariyê dikin, xêra xwe alîkariya nexweşan dikin. Me ti carî, di serî de Êzîdiyên li kampên Rojhilata navîn dimînin, nexweşên di koma rîskê de ne, tenê nehîştiye û nahêlin jî. Dema me xaniyek dît, em ê nexweşên sîgorteyan jî qebûl bikin, qet nebe ji sîgorteyan pere bigirin.

Çi bikin, elîtên diyaporaya Kurd em tenê hîştin

Wekî ku min ji rayagiştî re eyan kiribû, bijareyên diyasporaya Kurd ez tenê hîştim. Kesên di destpêkê de soz dabûn, dema fedakarî hat xwestin yeko yeko reviyan. Nexwe min dizanibû dê wisa be û bar hemî ji min re bimîne. Bila giyanê hemiyan sax be. Xwerû bi bûtçeya xwe heya îro aniye, ji rizqê zarokên xwe birriye. Ji xwe damezrandina akademiyê bidawî bûbû. Ji ber ku jiyana min a taybet serobino bû û dostan ez xapandim, mecbûr mam bo demekê navberê bidim. Herwiha kêşeyên cidî yên tenduristiyê jî çêbun, diviyabû jiyana xwe bixista rê.

Vaye her tişt derbas dibe. Werin dest bidin da bilez bimeşe. Tika ye alîkariya diravî bidin û viya ji hesabê me yê bankayê re bişînin. Dikarin di wergeriya Almanî, Kurdî, Îngilîzî, Tirkî de dest bidin me. Gava me sîstema endametiyê çalak kir, bibin endam. Di karên weşangeriyê de, ango bo Derûn TV û Derûn Bultenê de, dikarin cih bigirin. Dîsa di karên derûnperwerdeyê de jî. Em ê biçin kampên penaberan ên Rojhilata Navîn û li wir rûbirû alîkariya nexweşên trawmayê bikin. Derman, amûrên bijîşkiyê divên. Bi kurtî, sedîsed tiştek hûn bikin heye.

Dikarin bi we re şexsen hevdîtinê bikin

Dikarin werin ji we re behsa projeya xwe bikin, heger we hîç nebîhîstiye. Serî de karsaz û akademîsyenên me, banga me li we hemiyan e. Derûnnas, derûnbijîşk û şêwirmendên civakî yên li eyaletên Hamburg, Niedersachsen, Schleswig-Holstein, Nordrhein-Westfalen dijîn, hûn jî tevlî projeya me bibin.

Bo alîkariya sazîbûnê seansa derûndermaniyê (psîkoterapî) bi 49,99 €

Bi psîkoterapiya prîvat, hindik be jî dê ji me re pere were. Em ê viya tenê bo demekê bikin. Bêjim, bila ev jî "alîkariya avakirinê" be. Seans dê bi 49,99 € (Brutto) be. Piştî pêşdîtin û qebûlkirinê, divê berdêla seansê ji hesabê me yê bankayê re bête şandin. Hûn ê meqbûza xwe werbigirin. Rica dikin, bêî temiyên bijîşkên xwe tevnegerin. Em fedakariyê ji kesên îmkanê wan hene dixwazin. Hûn an kesên pêwistiya wan bi alîkariya derûnî hene, dikarin ji me bi pereyekê erzan xıymeta psîkoterapiyê werbigirin. Em ê we bi derûnnasên nêzîkî we ne, bidin nasandin. Terapî dê online yan rûbirû pêk werin. Piştî we piştgiriya me kir, heger destûra we hebe, em ê li ser hesabên xwe yên civakî, navên we bidin û spasdariya xwe îlan bikin.

Neteweya me birîndar e, Roja ku Artêşên Îslahiye yên "Kafir Paşa" Mehmûdê 2em ketin axa me heya îro, me rojekê xweş nedîtiye. Bi milyonan Kurd hatine trawmatîzekirin. Birînên me yên cidî yên derûncivakî çêbûne. Helbet em ê ferqê nexin navberê, piştgiriya Ereb, Tirkoman ûêd ên trawmatîzebûne jî bikin. Lewra ye Derûn Akademî hatiye damezrandin. We bi rastî ji halê me fêhm kir? Heger îdealîst in, xeyalek we heye, dixwazin ji nexweşên trawmayê yên bêçare li kampan dijîn re tiştekê bikin, nexwe, we ji me fêhm kiriye.

Dubare rica dikim, xêra xwe alîkariyê bidin. Derûn Akademiyê bidin nasandin. Vê banga min li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav bikin.

Hesabê me yê bankayê: 

Darius Winzer 

Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt)

IBAN: DE45 2005 0550 1503 2553 64

BIC: HASPDEHHXXX

Banka: Hamburger Sparkasse


Navnîşana me ya bo nameyên we:

Derûn Akademie gUG i.G.

Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie

Massaquoipassage 2

22305

Hamburg

Tel.: 01723171618 (ev nummer tenê bo xebatên întern in. Dibe ku bersiva we neyête dayîn. Xêra xwe vêgav pirs an pirsgirêkên xwe ji E-Peyamê re bişînin)

Email: derunakademie@gmail.com

Malper: www.derunakademie.org

Twitter: https://twitter.com/AkademieDerun

Facebook: https://www.facebook.com/profile.php?id=100085460366513

Instagram: https://www.instagram.com/akademiederun/

Wikipedia: https://ku.wikipedia.org/wiki/Der%C3%BBn_Academy

Derûn TV: https://www.youtube.com/@deruntv2789

04.04.2023

Darius Winzer


© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G.

Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie 

Freigegeben von Darius Winzer, 04.04.2023, Protokoll-Nr.: iG008


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...