Vexwendina Dilxwazan Bo Gremîûma Damezrîner
Derûn Akademiyê wesîqeya HRN jî girt, êdî bi fermî saziyeke bo berjewendiya rayagiştî ye. Ew dê li lîteratûra derûnnasiya navçandî, derûndermanî (psîkoterapî) û şêwirmendiyê zêde bike.
Amadekariya gremîûmekê dikin. Ev dê "Gremîûma Damezrîner" be. Paşerojê de, dê bi hilbijartina demokratîk a endaman bibe. Vêgav mecbûr e, wiha be. Bi gotineke din, dê lijneyek birêveberiyê, meclîsek -an hûn çawa bilêvdikin- a akademiyê hebe. Sê şaxên akademiyê hene. Sê organên serbixwe: Organa birêveberiyê, organa terapiyê û organa medya yan dîtbariyê.
Civîn li ser Zoomê di 3ê pûşper 2023ê, katjimêr 20:00an de, tê kirin
Organa terapiyê ji derûnbijîşk (psîkiyatrîst), sûpervîzor, derûnnas, bijîşkên somatîk, terapîstên gestaltê, şêwirmendên civakî ûêd, ên ku peymannameyên etîkî yên akademiyê îmzekirine, pêk tê. Ji aliyê sûpervîzor an di nebûna wê/wî de, derûnbijîşk ve tê kontrolkirin. Organa terapiyê bi giştî serbixwe ye, di xebata xwe de.
Organa birêveberiyê -nav li ser e- karê birêveberiyê dike. Birêveberiya ku peymannameyên etîkî û kar ên akademiyê îmzekiriye, ji karê aborî, bac, fatûre, wergirtina bo kar, pirsgirêkên personalan, kirê, kehreba ûêd berpirsiyar e.
Derûnperwerde (psîkoedûkasyon) yan medya, yan "Organa Dîtbariyê", ji kesên peymannameyên etîkî û kar ên akademiyê îmze kirine, pêk tê. Bo vê, bawername, destûrname ûêd ne pêwîst e. Di serdema teknolojiyê de ne, van xizmetguzariyan dikarin di mala xwe de jî bikin. Derûn TV, Derûn Bulten û Derûn Psîkoedûkasyon dê bi sê zimanan xizmetê bike; Kurdî, Almanî û Tirkî. Bo bêhtir zimanan vêgav derfeta me nîne.
A rastî me di pêvajoya damezrandina weqfekê de jî ev plankiribû. Tê zanîn piştre me dît ku fîrmabûn ji weqfê efektîvtir e. Wê demê 68 kes wekî dildar, xêrxwaz an dilxwaz tevlî me bûbûn. Ez welat bi welat geriyam, me gelek caran civîn lidarxist. Bi dax e, ji 68 kesan 68an jî ti tiştek nekirin, bo wê kar û bar ma di stûyê min de, min jî (Darius) Plan B meşand.
Tenêbûn ne baş û ne jî demokratîk e. Niha ji nû ve vedigerin sîne-î îlmiye, sîne-î rastegîniyê. Erê, pêwîstiya me bi rêhevalên nû heye, em ê heval û dilxwazên nû nasbikin. Malpera me çalak bû, em ê li wir jî îlan bikin.
Dilxwazên Gremîûmê Divê Teqez Têkilî Bi Me Re Daynin
Bilez, bila kesên dikarin bo Derûn TVyê bernameyan bi Zazakî û Soranî çêbikin, werin. Herwiha bo Tirkî jî. Dîsa, ji me re kesek ku dikare karê muhasebeyê bike û xêrxwaz e, qet nebe bo demekê piştgiriyê dide me, pêwîst e. Û sekeretereka/ê Almanî dizane jî.
Ofîs/Buro
Lêgerîna me ya kargehê didome. Li Hamburgê him dijwar e dîtina cihekê gorî standardên tên xwestin, him jî gelek biha ye. Ma kesek alîkarî bike tune?
Învestor
Învestor, karsaz hebe, qezencê dike. Me riya avakirina nexweşxaneyê jî vekiriye. Aha ji we re tîmeke hazir û amade, aha ji we re fîrma. Helbet karê terapiyê, jixwe, di karê xwe de serbest û serbixwe ye.
Bexşên we, alîkariya we ya diravî
Vêgav pere ji me re gelek lazim e. Alîkariya we divê. Karsaz, xêrxwaz, îdealîst... Divê hûn ji me têbigihên, ji halê me fêhmbikin, fêdeya vî karî bibînin û piştgiriyê bikin. Îşê me bi kesên asoyên wan biçûk mane, kamil nebûne, neketiye. Bila ew ji xwe re bi pêlîstokên xwe re mijûl bin.
Bo fînansmanê seansek bi 49 € (Brutto)
Bo kesên derfetên wan hene, li Hamburg, eyaleta NRW, Lübeck, Lüneburg, Hannoverê xizmeta psîkoterapiyê didin. Em viya ne her demê, bo demekê dikin. We serî li me da, em li herêma we, psîkologek bi we didin nasandin. Zimanê terapiyê Kurdî, Tirkî û Almanî ye. Neyê jibîrkirin, em viya tenê bo demekê dikin, da hinekê perê me kom bibe. Ango ji mecbûriyetê dikin.
Dilxwaz, Xêrwaz
Hûn dikarin ji me re karê wergerandinê bikin. Hûn dikarin tevlî xebata me bibin, Hûn dikarin têkevin tîma me. Helbet ne niha, lê paşerojê, dê pere jî qezenc bikin. Vêgav fedakarî, ked û motîvasyon divê.
Bo malpera me, yekê ji karê malpersaziyê fêhm dike hebe, qey çi baş dibe. Em ê malperê teslîmê wê/wî bikin bila birêve bibe. Kes hebin ku hesabên me yên medya civakî, wekî Facebook, Twîtter ûêd birêve bibin, xereke mezin dikin. Herwiha kî tevlî koma me ya Derûn TVyê bibe, bi xwe jî qezenc dike.
Ji me re mirovên evînê pêwîst in
Li benda dost û hevalên îdealîst, bêhnfireh, kamilbûyî, mirovhez in. Eman wekî ew 68 kesên berê tevlî me bûbun nekin. Ew gelek pasîf, temaşekar bûn. Ma wiha dimeşe? Ez jî, em jî fedakariyê dikin. Ti berjewendiyeke me ya diravî yan ferdî di vî karî de nîne. Ti armancekê me ya wiha jî nîne. Kes hebin bikin, hema her tiştî teslîmê wan dikim. Lê kes tune ku ez jî bi mecbûrî viya dikim.
Hûn dixwazin bo nexweşên bêçare yên di kampên koçberan ên Rojhilata Navîn de dijîn, ku ji ber nebûna derfetên tedawiyê, yeko yeko xwe dikujin tiştekê bikin?
Hûn dixwazin bo qurbaniyên xizan ên di erdheja dawî de trawmatîze bûne, tiştekê bikin?
Hûn dixwazin bo nexweşên me yên Êzîdî, ku em dermanan ji wan re dişînin, tiştekê bikin?
Heger bersiva we ERÊ ye, ma li benda çi ne, de werin û "bêî lam û cîm" werin.
Li me bigerin, e-peyam bişînin, li ser hesabên me yên medyaya civakî têkilî daynin, da ku em navê we ji têxin lîsteya Civîna Gremîûmê.
20.05.2023
Darius Winzer
Hesabê me yê bankayê:
Darius Winzer
Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt)
IBAN: DE45 2005 0550 1503 2553 64
BIC: HASPDEHHXXX
Banka: Hamburger Sparkasse
Navnîşana me ya kurtedemî:
Derûn Akademie gUG
Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie
Massaquoipassage 2
22305
Hamburg
Tel.: 01723171618
E.Peyam: derunakademie@gmail.com
Malper: www.derunakademie.org
Twitter: https://twitter.com/AkademieDerun
Facebook: https://www.facebook.com/profile.php?id=100085460366513
Instagram: https://www.instagram.com/akademiederun/
Derûn TV: https://www.youtube.com/@deruntv2789
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt)
Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie
Freigegeben von Darius Winzer, 20. 05.2023, Potokoll-Nr.: L-Be0002





