Mittwoch, 8. Mai 2024


 Sîndroma Burnout

Hevnasîna rayagiştî bi têgîna Burnout re, ne bi zû de ye. Burnout ango "peritîn, şewitîn" hê jî wekî nexweşî nayê qebûlkirin. Min hêvî dikir ku ICD 11 koda nexweşiyê bide lê wê jî nekir. Di vir de berjewendî heye. Heger wekî nexweşî bête qebûlkirin, dê bi milyonan kes dîagnoz bigirin û bi milyaran Dollar zerar li sîgortayên nexweşiyê bikeve. Ev jî meseleyeke din e.

Sîndroma Burnout ewçendî giran e ku mirov bi giştî têk diçe, nikare berpirsiyariyên xwe yên rojane pêk bîne, kalîteya jiyana mirov gelek dikeve. Mirov wisa hîs dike ku bi rastî jî mejiyê wê şewitiye, naxebite. Herwiha mirov xwe şikestî, nebextewar, tevlîhev, westiyayî, bêenerjî hîs dike. Nikare û naxwaze tiştekê bike.

Bi texmînî 4-5 % yên mirovan tûşî vê sîndromê dibin. Li cem jinan hinekê zêdê tê dîtin. Lewra stres û barê jinan ji yên mêran zêdetir e. Di civaka Kurdî de, bêhtir li cem jinan rûdide. Bi ya min 8-10 % jinên Kurd bi vê sîndromê re rûbirû ne ku ji kêmzêdeka cîhanê derbas dibe.

Bingeha yan sebebên Burnoutê

Serî de stresa mezin û domdar Burnoutê çêdike. Dema mirov dikeve stresê adrenalîn zêde dibe ku ew jî jixwe sebebê gelek nexweşiyên derûnî ye. Stres herwiha zirarê dide laş jî. Lê divê bêjim, her kes heman zirarê nabîne. Rola kesayetiyê, tecrûbe, behremendî, asta xwendîtiyê ûêd gelek e. Hin angaştên din jî hene balê dikişînin ser heya genetîkê jî. Lê ev hê baş nayên zanîn.

Hin ji sîmptomên, nîşaneyên Burnoutê

Helbet li cem her kesî ne wekhev e. Hin kes bêhtir nîşaneyên laşî hîs dikin, hin jî derûnî. Krîterên sereke ew in ku mirov di bicihanîna pêwîstiyên jiyanê de zehmetiyan bikişîne û xwe bi giştî bêenerjî û bêkêr hîs bike.

- Westiyayîbûneke mezin

- Nebûna enerjî û motîvasyonê

- Kêmketina hêza derûnî wekî, mirov xwe bêkêr hîs bike, kêmketina empatiyê, têkçûna bextewariyê, xemgîniyeke domdar, jibîrkirin, şikestina konsantrasyonê, tevlîheviya hestan, carnan hêrsbûn û bêtehemûlî, hesasiyata li dijî axavtin, deng, telefon û nakokiyên rojane hwd.

- Kêmketina hêza laşî wekî, westiyabûneke mezin, kêmketina enerjî û motîvasyonê, carnan hîsa verêşê, qelsketina laşî ya giştî, problem di bêhngirtinê de, xerabûna rîtûelên xewkirinê, hîsa tengbûna singê, carnan êşa piştê û stûyê hwd.

Kî bêhtir di rîskê de ye?

Li vir divê em welatên din û Kurdistanê ji hev cuda bikin. Kurd di mercên awarte de dijîn. Şer, koçberî, êşkence, xizanî, tirs an bi giştî bêdewletbûn, Kurdan ji tevahiya cîhanê cuda dikin. Di civaka ewpopayî de yên herî zêde di xetereyê de ne mamoste ne. Piştre bijîşk, cotyar, xwendekar tên. Li ser Kurdan xebatên derûnî yên me bi xwe nînin. Ê min çavdêrî ne. Bi ya min li Kurdistanê wiha ye:

- Jinên Kurd ên di zîndanê de ne

- Jinên kar nakin, bi zarok in û li malê ne yên temenê wan di navbera 18-30 de ne

- Jinên wiha yên temenê wan ji 40î berjortir in

- Jinên xwedî zarok û hevjînê wan di zîndanê de ne

- Deyndar

- Cerdevan ango korucu

- Şofêrên busa bajêr

- Hemşîre

- Mamoste

- Bijîşk

- Jinebî

- Xwendekar

- Kesên malnişînîbûn

- Mêrebî

Bi awayekê din

- Kesên dixebitin, ango stresa kar. Heger li kargehê organîzasyon baş nebe, mehanî kêm û dema xebatê zêde be. Heger mobîng hebe. Burnout zû pêşdikeve.

- Bawerî û xwebawerî kêm be. Heger mirov nekaribe sînorên xwe nîşan bide, nekaribe mafê xwe biparêze, nekaribe nêrînên xwe bîne zimên.

- Stresa demê. Jiyana nûjen wiha kiriye ku temenê me bi revê û panîkê diçe. Ji randevûyek direvin a din. Her di bin stresa demê de ne.

- Perfeksiyonîzm. Kesên dixwazin karê xwe baş û têkûz bikin û di viya de pirr hesas in. Helbet divê bêjim, di navbera nexweşiyên derûnî û kesayetiyê de têkiliya rasterast heye. Depresyon bo mînak li cem narsîstan cuda, li dem hîstriyonîkan cuda derbas dibe. Kesên perfeksiyonîst bêhtir tûşî Burnoutê dibin.

- Kariyer. Şerê me yê kariyerê stresa me zêde dike. Carnan em wisa xwe didin şerê kariyerê ku heya bigire diranê xwe jî naşon. 

- Bi giştî mobîng. Kurd cih nîne ku lê rastî mobîngê bên. 

- Teqdîrnekirin. Di xwezaya mirov de teqdîr girîng e. Teqdîr yek ji pêwîstiyên derûnî ye. 

Astên, merheleyên Burnoutê

- Hîsa xweîsbatkirinê. Dixwaze karê xwe baş bike û viya bide îsbatkirin.

- Hewldana zêde. Mirov tiştên jê nayên xwestin, fedakariya jê nayê payîn dike. Ango xwe mecbûr hîs dike. Helbet hê di ferqê de nîne ku çûyîn ne baş e.

- Xweîhmalkirin. Mirov xwe, hezkiriyên xwe, pêwîstiyên derûna xwe, hobiyên xwe ûêd jibîr dike.

- Tepeserkirina nakokî û pêwîstiyan. Mirov dixwaze li gel hemî nakokî û pêwîstiyan ber xwe bide, wan hesab neke.

- Hesabnekirina yan pêşçavnegirtina nirxên xwe. Tiştên ku berê me layiqê xwe nedidît an hîç nedikir, dikin. Me bo mînak deyn nedigirt, niha digirin. Me guh dida îtîbara xwe lê niha nadin. Em ketine wê merheleyê ku êdî qeweta me jî nîne em van tiştan bifikirin. 

- Înkarkirina pirsgirêk û arîşeyan. Em dizanin problemên me hene lê wan înkardikin, naxwazin bibînin. Name ji parêzer hatiye lê em newêrin wê bixwînin. Deyndar telefon dike lê em newêrin, nikarin telefonê vekin. Zarok pere dixwaze lê em derewan dikin, xwe ji vê meseleyê dûr digirin. Bes dixwazin xwe veşêrin ji probleman. Lê nabinin ku problem jî her diçe cidî û zêde dibin. Heya bigire xeterdar dibin.

- Xwe-vekişandina giştî. Xwe ji hemî nakokî û arîşeyan dûr digirin. Êdî problemên me yên derûnî gelek zêde bûne, baweriya me şikestiye, xewa me tevlîhev bûye û pirraniya dost û hezkiriyên me dibînin halê me lê em dîsa jî halê xwe qebûl nakin. Êdî zirarên aborî, civakî jî xwe hêdî hêdî rûdidin.

- Guherîna helwestan. Em jî êdî nizanin em çima wiha dikin lê helwestên me ne wekî berê ne. Berê, dema em bêpere biman diçûn dixebitîn lê niha nakin. Berê şer heba li malê me fikra xwe digot lê niha gelek bêhetemûl bûne, carnan qet xwe nasnakin. Hestên me neyînî bûne.

- Bêhîsbûn. Em hîsên xwe êdî nasnakin. Çi hatiye serê me nizanin lê êdî xwe wekî nexweş hîs dikin. Qewet nemaye. Tehemûl nemaye û li gel ewçend problemên mezin jî em pirr bêhîs bûne. Dixwazin qet tiştekê nekin. Carnan wekî serxoş an peykerekê bêhis dibin.

- Valahiyeke mezin a derûnî. Wekî ruhê me vikvala, mejiyê me vikvala bûye. Her kes aqil dide me, problem wekî baranê bi ser me de dibarin lê bûne kevir, nikarin tiştekê bikin. Êşa stûyê, piştê, hîsa verêşê jî bi gelekan re derdikeve. 

- Depresyon. Em êdî ketine depresyonê. Kalîteya jiyana me gelek daketiye. Dixwazin biqîrin lê bêhêvî, bêçare bûne. Carnan digirîn, carnan bihêrs dibin. Zewqê ji tiştekê nagirin. Dinya li me reş bûye.

- Şewitîn. Terîfa wê dijwar e lê wekî erebeya me bişewite, telefona me biteqe, agir bi mala me bikeve bûne. Êdî bêî alîkariyê nikarin bijîn. Êdî gelek dereng e û em bi tena serê xwe nikarin ji vê bîra kûr, reş û bêyom derkevin. Bes derûnnas/bijîşk dikarin me sax bikin.

Nivîsên derûnlaşî Nr 39

08.05.2024

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Bêhnvedana Derûnî


Bêhnvedana Derûnî

Carnan navber bidin bo tevahiya xebatên xwe. Bifikirin hûn di rêwîtiyekê de ne ku 100 salan didome. Mole, navber, bêhnvedan nebe rêwîtî dibe jehr.

Ez behsa tetîlê, holidayê nakim. Ew jî ne azadî ye. Mirov pere dide hotelan û bo demekê kurt e. Plankirî ye, şablonkî ye. Tûrîst tûrîstan teqlîd dikin. Pêvajoyeke kirrî ye. Stresa frokeyan, checking, amadekirina çenteyan ûêd jî dera han. Hûn li hotelê ne azad in. Behsa moleya ruhî dikim.


Bifikirin -Xwedê neke- hûn ê hefteyek şûnde bimirin. Û çûne ber devê çemekê.


Ti tiştek nefikirin. Qejî bimirin. Xwelî li planên we, xebatên we be. Xemên we, tirsên we, deynên, poşmaniyên, pereyên, jin-mêrên, kariyerên, meqamên we bi qurbana kerê bin. Hemiyan bi avê de berdin.


Çavên xwe bigirin. Ji pozê xwe, bêvila xwe nefesek kûr û tije bigirin û di devê xwe de berdin der. 3-4 caran viya bikin. Çi hat aqilê we, wekî mirişkê kişû bikin, bikin der. Nehêlin tiştekê were hişê we. Hemiyan jibîr bikin. Navê xwe jî jibîr bikin. Bîrkirinê jî jibîr bikin.


Guh bidin dengê nefesa xwe. Çawa nefesê digirin hela hîs bikim. Ji dayikbûnê ve hûn vê nefesê digirin. Xwedê zane çendîn car e. 


Pişikên xwe bifikirin. Çiqas dost, paqij, têkûz û aram in. 


Zikê xwe, rûviyên xwe bifikirin. Çiqas dost, paqij, têkûz û aram in.


Eniya xwe bifikirin. Çiqas dost, paqij, têkûz û aram in.


Singê xwe de kêfê hîs bikin.

Zikê xwe de kêfê hîs bikin.

Eniya xwe de kêfê hîs bikin.


Bêhneke kûr û tije bigirin ji pozê xwe û di devê re berdin. Çavên xwe vekin.

Pênc dengên cuda bibîhîsin.

Pênc tiştên cuda bibînin.

Û herin çi dixwazin bikin.

Xêra xwe carnan mole bidin.


Darius Winzer

Kurteparvekirin Nr. 13

07.05.2024

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...