Xêrxwazên Akademiya Me û Melayê Meşhûr
Ka em hinek jî henekan bikin.
Tîmûr, Tamerlan, Temür Döl Taraxay Barlas (1336 - 1405) emîrê xanedana misilman a Tirk-Mongolan li Semerkandê bû. Dawî li mîrektiya Etmaniyan (Ottoman) anî, piştî dîlgirtina mîrê Etmaniyan Bayezîd, mîrektî ket destên Tirk-Mongolan û paşê navê wê kirin Împeratoriya Osmanî. Tê zanîn ku li Anatoliyayê ji xeynî Etmaniyan, çend mîrektiyên Kurdan ên din jî hebûn. Wekî Karesî, Qeremanan, Danişmendiyan, Germiyanan ûêd. Helbet ez ne dîrokzan im lê min jî gorî xwe dîrok xwendiye.
Tîmûr Döl Taraxay Barlas, kujer û êşkencekarekî navdar bû. Tê gotin wî 17 milyon kes kuştiye. Bi gotinek din 5% tevahiya mirovahiyê kuştiye. Ji xwe hûn bi kiryarên Tirk-Mongolan û rola wan di dîrokê de dizanin.
Tîmûr Döl Taraxay Barlas tirseke wisa mezin xistiye dilê însanan ku, navê wî wekî "şeytan" hatiye bikaranîn. Ka werin li vê pêkenoka Tîmûr û Melayê Meşhûr guhdarî bikin. Mele Nesredînê Tûsî, Afxanî ye. Ereb jê re Molla Cuha dibêjin. Ti eleqeya wî bi Tirkbûnê nîne, lê Tirkan ew jî kirine Tirk:
Eskerên Tîmûr wekî qimilan herin kû wir wêran û talan dikin. Hatine Rihayê (Ûrfa) û xelkê xizan ji dest eskeran neçar in. Ji Mele Meşhûr re dibêjin: "Heyran tu rûspî û henekhez î. Kes nikare ji te biqehere. Ma derkeve hizûra Tîmûr bila fêkiyan û sebzeyan bixwin, lê çima şitlan radikin! Bila qet nebe zirarê nedin şitlan da zevî û rezên me nemiçiqin". Virde wêde dibin, Mele qanî dikin.
Ha Melle ha!
Siviyek tijî hejîr dikin bo diyariyê, didin destên Mele û li pey dimeşin. Mele gund bi gund digere xelkê kom dike, di dest de siviya hejîran li pêşiya wan berî bi çardarka Tîmûr diçe. Mele li pêşî ye, li pey wî bi hezaran gundî û rencber.
Tên ber çardarka Tîmûr, Mele li paş xwe dinêre ku ti evdekî Xwedê li pey nîne. Hemî reviyane. Êdî carek hatiye, mecbûr e, derdikeve hizûra Tîmûr. Bi zimanê xwe yê şîrîn lava dike ku esker zirarê nedin şitlan. Tîmûr piştî ku guhdarî dike, dibêje: "Kumê xwe dayne, sepeta hejîran bide û here ber dîwar bisekine!". Mele gotinê dike, serqot li ber dîwar disekine. Tîmur hejîran yeko yeko davêje serê Mele. Ê Mele jî ne kêm e. Her cara hejîr li serî ket dibêje: "Ya Rebî şikûr ji te re". Îcar Tîmur hêrs dibe: "Yabo ma tu dîn î!? Ez li te didim tu dibêjî Ya Rebî şikûr". Mele dibêje: "Ê le min bi gotina hinekan bikira û ji dêl hejîran zebeş anîba dê halê min çilo ba!".
Ez ê rojekê serpêhatiya xwe ya du salan a Derûn Akademiyê binivîsînim. Bila kes netirse, ez ê navê ti kes an saziyê nedim. Hema behsa van demên dawî ku me civînên xwêrxwazên dildar lidarxistin, bikim.
Ji 68 xêrxwazên me man şeş
68 kes li min geriyan, pesnê projeyê dan, gotin ew ji dil dixwazin alîkariya vê projeyê bikin. Gotin çi ji wan hatiye dixwazin bikin. Nesekinîn, birêkûpêk li min geriyan ka pêşketin heye yan na.
Roj hat me civîna yekem çêkir, min li paş xwe nêrî, ew kesên herî zêde behsa piştgiriyê dikirin tune bûn. Roja civînê 10-15 kesan gotin dem û derfeta wan nîne bo civînê. Lê yekî hîç jibîr nakim ku qaşo di nava damezrîneran de ye, got "Wele xewa min tê, nikarim beşdar bibim". Mala wan ava.
Duh me civîna xwe ya duyem pêk anî. Beriya wê min ji 68 kesan re lînka civînê şand. 5-6 kes hatin civînê. Dîsa mala wan ava be. Yek mîmarek dewlemend ku ji serî de ye qaşo di nava projeyê de bû, roj hat mesele cidî bû, nişka ve xwe winda kir. 5-6 esnaf, 2 kesên fîrmayên wan hene, bijîşkên malnişînîbûyî, mamoste, rojnamevan, parlamenterê berê... Hemî reviyan. Dîtin ku akademî bi rastî jî vedibe, bi tirsa ku dibe ku em bêjin werin pênc quruş alîkarî bidin, reviyan. Çi fedî ye.
Her teyr bi refa xwe re difire
Helbet em psîkolog hinekê mirovan nasdikin. Me dizanî ku motîvasyonên mirovan cuda cuda ne. Helbet normal e ev. Dê hin kes werin bo temaşekirinê, hin bo suhbet û chatê, hin bo tiştekê bifiroşe yan reklaman bike hwd. Gelek normal e ku hin kes bixwazin di vê projeyê de qezencek hebin. Dilê xwe ji kesî nagirim.
Min gotibû em neviyên El Cezîrî yê Kurd in ku digot: "Her tişt bi xeyalekê dest pê dike". Plana min a B jî, C jî heye. Yek xaniyek min heye, nebû ez ê wê jî bifiroşim. Lê ya min xemgîn kir ew e ku xeyalperestên me kêm mane. Melayê Meşûrên me kêm mane. Heywax û heyf...
25.06.2022
Darius Winzer

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen