Freitag, 24. Juni 2022


 Xêrxwazên Akademiya Me û Melayê Meşhûr

Ka em hinek jî henekan bikin. 

Tîmûr, Tamerlan, Temür Döl Taraxay Barlas (1336 - 1405) emîrê xanedana misilman a Tirk-Mongolan li Semerkandê bû. Dawî li mîrektiya Etmaniyan (Ottoman) anî, piştî dîlgirtina mîrê Etmaniyan Bayezîd, mîrektî ket destên Tirk-Mongolan û paşê navê wê kirin Împeratoriya Osmanî. Tê zanîn ku li Anatoliyayê ji xeynî Etmaniyan, çend mîrektiyên Kurdan ên din jî hebûn. Wekî Karesî, Qeremanan, Danişmendiyan, Germiyanan ûêd. Helbet ez ne dîrokzan im lê min jî gorî xwe dîrok xwendiye.

Tîmûr Döl Taraxay Barlas, kujer û êşkencekarekî navdar bû. Tê gotin wî 17 milyon kes kuştiye. Bi gotinek din 5% tevahiya mirovahiyê kuştiye. Ji xwe hûn bi kiryarên Tirk-Mongolan û rola wan di dîrokê de dizanin.

Tîmûr Döl Taraxay Barlas tirseke wisa mezin xistiye dilê însanan ku, navê wî wekî "şeytan" hatiye bikaranîn. Ka werin li vê pêkenoka Tîmûr û Melayê Meşhûr guhdarî bikin. Mele Nesredînê Tûsî, Afxanî ye. Ereb jê re Molla Cuha dibêjin. Ti eleqeya wî bi Tirkbûnê nîne, lê Tirkan ew jî kirine Tirk:

Eskerên Tîmûr wekî qimilan herin kû wir wêran û talan dikin. Hatine Rihayê (Ûrfa) û xelkê xizan ji dest eskeran neçar in. Ji Mele Meşhûr re dibêjin: "Heyran tu rûspî û henekhez î. Kes nikare ji te biqehere. Ma derkeve hizûra Tîmûr bila fêkiyan û sebzeyan bixwin, lê çima şitlan radikin! Bila qet nebe zirarê nedin şitlan da zevî û rezên me nemiçiqin". Virde wêde dibin, Mele qanî dikin. 

Ha Melle ha!

Siviyek tijî hejîr dikin bo diyariyê, didin destên Mele û li pey dimeşin. Mele gund bi gund digere xelkê kom dike, di dest de siviya hejîran li pêşiya wan berî bi çardarka Tîmûr diçe. Mele li pêşî ye, li pey wî bi hezaran gundî û rencber. 

Tên ber çardarka Tîmûr, Mele li paş xwe dinêre ku ti evdekî Xwedê li pey nîne. Hemî reviyane. Êdî carek hatiye, mecbûr e, derdikeve hizûra Tîmûr. Bi zimanê xwe yê şîrîn lava dike ku esker zirarê nedin şitlan. Tîmûr piştî ku guhdarî dike, dibêje: "Kumê xwe dayne, sepeta hejîran bide û here ber dîwar bisekine!". Mele gotinê dike, serqot li ber dîwar disekine. Tîmur hejîran yeko yeko davêje serê Mele. Ê Mele jî ne kêm e. Her cara hejîr li serî ket dibêje: "Ya Rebî şikûr ji te re". Îcar Tîmur hêrs dibe: "Yabo ma tu dîn î!? Ez li te didim tu dibêjî Ya Rebî şikûr". Mele dibêje: "Ê le min bi gotina hinekan bikira û ji dêl hejîran zebeş anîba dê halê min çilo ba!".

Ez ê rojekê serpêhatiya xwe ya du salan a Derûn Akademiyê binivîsînim. Bila kes netirse, ez ê navê ti kes an saziyê nedim. Hema behsa van demên dawî ku me civînên xwêrxwazên dildar lidarxistin, bikim.

Ji 68 xêrxwazên me man şeş

68 kes li min geriyan, pesnê projeyê dan, gotin ew ji dil dixwazin alîkariya vê projeyê bikin. Gotin çi ji wan hatiye dixwazin bikin. Nesekinîn, birêkûpêk li min geriyan ka pêşketin heye yan na.

Roj hat me civîna yekem çêkir, min li paş xwe nêrî, ew kesên herî zêde behsa piştgiriyê dikirin tune bûn. Roja civînê 10-15 kesan gotin dem û derfeta wan nîne bo civînê. Lê yekî hîç jibîr nakim ku qaşo di nava damezrîneran de ye, got "Wele xewa min tê, nikarim beşdar bibim". Mala wan ava.

Duh me civîna xwe ya duyem pêk anî. Beriya wê min ji 68 kesan re lînka civînê şand. 5-6 kes hatin civînê. Dîsa mala wan ava be. Yek mîmarek dewlemend ku ji serî de ye qaşo di nava projeyê de bû, roj hat mesele cidî bû, nişka ve xwe winda kir. 5-6 esnaf, 2 kesên fîrmayên wan hene, bijîşkên malnişînîbûyî, mamoste, rojnamevan, parlamenterê berê... Hemî reviyan. Dîtin ku akademî bi rastî jî vedibe, bi tirsa ku dibe ku em bêjin werin pênc quruş alîkarî bidin, reviyan. Çi fedî ye.

Her teyr bi refa xwe re difire

Helbet em psîkolog hinekê mirovan nasdikin. Me dizanî ku motîvasyonên mirovan cuda cuda ne. Helbet normal e ev. Dê hin kes werin bo temaşekirinê, hin bo suhbet û chatê, hin bo tiştekê bifiroşe yan reklaman bike hwd. Gelek normal e ku hin kes bixwazin di vê projeyê de qezencek hebin. Dilê xwe ji kesî nagirim.

Min gotibû em neviyên El Cezîrî yê Kurd in ku digot: "Her tişt bi xeyalekê dest pê dike". Plana min a B jî, C jî heye. Yek xaniyek min heye, nebû ez ê wê jî bifiroşim. Lê ya min xemgîn kir ew e ku xeyalperestên me kêm mane. Melayê Meşûrên me kêm mane. Heywax û heyf...

25.06.2022

Darius Winzer

Dienstag, 7. Juni 2022

 


Derûndermaniya laşê (psîkoterapiya bedenê)

Zû de tê zanîn kû mirov hebûneke biyo-psîko-sosyal e. Ne yek ji van dikare kêm be, ne jî bêî hevûdu hene. Heger di yekê de pirsgirêk hebe, yên din jî azarê dikişînin. Bi me re bêhntengî (astma) hebe, nikarin têra xwe oksîjenê bigirin, kêfa me diçe û em nikarin xwe baş bidin karê xwe. Karê me baş nemeşe, kêfa me nayê û ew jî dikare bêhntengiya me bitetikîne.

Têkiliya di navbera laş û giyan, bi taybetî di nexweşiyên psîkosomatîk de diyar dibe. Ango ew nexweşiyên ku pirsgirêkên derûnî bi nîşanên laşî didin der. Psîkoterapîstên somatîkê (laş) hewl didin rêbazên derûndermaniyê (psîkoterapî) li ser bedena me bikarbînin, wan bi rêbazên somatîkê re li hev bînin. 

Derûndermaniya bedenê (terapiya laş) ji bo gelek nexweşiyên laşî alîkar e. Helbet dema hûn êşê dikişînin, divê hûn pêşî bi bijîşkek şêwir bikin da ku sedemên fizîkî zelal bikin. Bijîşkê laşê sedemek organîk nedît divê em biçin cem psîkoterapîstek. Tê zanîn gelek kes ji serêş, zikêş an êşên piştê bêzar in ku yên doktor qet sedemek wan nabînin. 

Serpêhatiya derûndermaniya laşê

Herî pêş em di xebatên derûnnas û psîkanalîstê Awistriyayî Wilhelm Reich (1897-1957) de rast li bikaranînê tên. Reich ji encamên dermankirinê yên Freudîyanan ne razî bû. Dixwest harmoniya di nava giyan û laşê de bide îsbatkirin. Piştre ev şaxa derûndermaniyê geş bû.

Nûnerên herî girîng ên psîkoterapiya laş ev in:

Derûndermaniya laşê ya biyoenerjîk,  Alexander Lowen (1910-2008)

Derûndermaniya laşê ya biyodînamîkî, Gerda Boyesen (1922-2005)

Bi dax e (mixabin), li gelek welatan sîgortayên nexweşiyê xerca vê terapiyê zû bi zû nadin. Hela ku Kurd, ji xwe bi qasî gelên din ji nîmetên erdxanê (dinyayê) sûdwernagirin. Herwiha, zanîn û pisporiya terapîst jî divê hebe û mixabin li welatên wekî Tirkiye û Rojhilata Navîn, em dibînin ku kalîte û kontrola vê terapiyê ne ewqas baş e. Heya bigire qanûn jî kalîteyê naşopîne. Nexweş pereyek mezin dide nexweşxaneyên taybet, bêî ku sax bibin.

Bi giştî sê şaxên vê terapiyê hene:

Rêbazên serîpêderanîna bi stresê re

Xebatên bêhnvedanê

Xebatên laşî

Armancên sereke ev in:

Baştirkirina bêhnvedanê

Aramkirina tevgerê û fonksiyonên laşê

Aramkirina hestan

Metodên sereke ev in: 

Derûndermaniya entegre ya laşê 

Terapiya laş û axaftinê, ya şexsê nexweş bingeh digire 

Derûndermaniya organîk

Derûnnasiya biyodînamîk 

Terapiya laşê ya strûktûral.

Bingehên bedenê

Biyosentez

Lihevanîna postûral

Hakomî

Terapiya laşê ya strûktûral 

Derûndermaniya laşê ya întegratîv

Vegetoterapî

Qigong

Rolfing

Rêbaza mistdana blokajên bedenê

Ji nû ve aktîvkirina bedenê

Ji ber ku dewleteke Kurdan nîne, bar jî dikeve ser me hemiyan ku em hişyariyekê di vî warî bikin. Akademiya me li ser lingên xwe rûnişt em ê van teknîkan yeko yeko bi gel bidin nasandin.

07.06.2022

Darius Winzer

X Twitter: https://x.com/Darius_Winzer

All Rechte vorbehalten.




Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...