Reductuo ad Kartkurtum
Di şerê psîkolojîk de metodek têkiliyê heye jê re bi latînî "reductuo ad Hitlerum" dibêjin, ango "berî bi Hitler kişandin, li ser Hitler tengkirin". Tu bêjî "hirç vaye", yê li hember dibêje "rêç vaye". Tu çi bîkî bike, ew te mecbûr dike, dibe seriya seriyê. Te bi Hitler û helwesta Hitler dipîve, te bi Hitler re rûbirû dike.
Ev rêbazeke propagandaya spî ye. Propagandaya spî, ango bi hêz û zanîna xwe, bêî ku alaveke veşarî bê bikaranîn, xapandina dijberan/dijminan e. Di şerê psîkolojî de bi kurtî sê babetên propagandayê hene: Propagandaya spî, reş û gewr/notral.
Di diyalogan de dema mirov ket astengiyê, meseleyê vedigerîne serî. Berê li gundan, gava şerê hevûdu bikiran ev gelek dihate bikaranîn. Bav nedikarî bersiva kurê xwe bide digot: "Ma ne tu dewla min î, tu kî yî van gotinan ji min re dibêjî?!". Cîran nedikarî bersiva cîranê din bide digot: "Ma hûn koçber in, eşîra we ji ji ber cendirmeyan reviya, hatin ba me". Mamoste nedikarî bersiva şagirt bide: "Ma matematîka te ne xerab e!?".
Bi awayekê mesele dibirin serî, ji bo di diyalogê de biserbikevin, li argûmentên kevn digeriyan. Di perwerdeya zarokan de hin dê-bav jî wisa dikin. Bêî ku berpirsiyariya xwe ya perwerdeya zarokên xwe bicihbînin, ji bo qelsiyê xwe veşêrin, zarokên xwe biçûk dibînin. Dikarin ji keçika 18 salî re bêjin "ma tu ne ew bû, te dä riya dibistanê de bi xwe de mîst!?".
Helbet dê-bav, mamoste yan em, viya di jiyanê de bêî ku armanca me şer be, yan tunekirin be viya dikin. Lê di şerê psîkolojîk de armanc şer e û tunekirin an têkbirina dijber/dijmin e. Ango niyet xerab e.
Ez bawer nakim di dinyayê de bi qasî dewleta kûr/veşarî ya Tirk, ti dewletek di şerê psîkolojîk de pispor û serkeftî be. Ne DYA, ne Rûsya yan Brîtanya, bi qasî DKTê (Dewleta kûr a Tirk) pispor, pêşketî nînin.
Dema Kurd di daxwazên xwe de bi pêş de çûn, Tirk hema dibêjin "Kurd nînin, Tirkên çiyayî ne, pê berfê kirine, dengê karkurt, piştre bûye Kurd". Dema behsa otonomî yan heya fermîbûna zimanê Kurdî dikin, Tirk vedigerin serî, helwesta salên 1920î ya Ataturk an kemalîstan nîşan didin. Ne ku viya ji nezaniya xwe dikin, ev metodeke şerê psîkolojîk e. Mixabin Kurd jî bi viya nizanin, vî bi nezanî, barbarî yan nedemokratbûna hikûmetê ve girêdidin.
Van demên dawiyê kampanyaya hilbijartina dersên Kurdî tê meşandin. Kes napirse çima em ji "Modela Bask a Tansû Çiller", "Modela hûrîk û jar bike, bidê bila here ya Turgut Ozal", ji pêvajoya aştiyê ya AKPê, hatin li ser hilbijartina dersên Kurdî sekinîn. Kî em anîn seriya seriyê?
Ez bêjim, wiha bimeşe dê piştî vê kampanyaya ziman, em ê bêjin "perwedeya bi zimanên dijîn ango bi Tirkî yaşayan diller dixwazim". Pişt re jî em ê bêjin "Em ne kartkurt in, Kurd jî hene".
Ji ber ku înisiyatîv di destê dewletê de ye û ew jî vedigerînin serî, em jî mecbûr dimînin ji serî dest pê bikin. Bi gotineke din "reductuo ad kartkurtum".
Kurtenivis, beşa şerê derûnî, Nr. 44
X-Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen