Êşa atîpîk a rûyê (serçavê)
Min li Ewropa, ji gelek jinên Kurd gazinên êşa serçavê bihîstiye. Çûne cem bijîşkan, êşbir dane wan an ew şandine MRTê. Lê sedemên laşî nedîtine. Nexweşiyek laşî heye jê re „neuralgiya trîgemînal“ dibêjin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê hin bijîşk bêî ku zêde lê bikolin, dermanê wê didin nexweşan. Cudatiya êşa atîpîk ew e ku, êş dikare cih biguhêze. Jixwe ji navê wê jî kivşeye atîpîk e ango tîpîk nîne, ti taybetmendiyeka wê ya kivşe nîne. Helbet ji destpêka sedsala 20emîn ve ye ku ev tê zanîn.
Êşeke domdar, acizker e, bi gelemperî xwe li aliyekê rûyê (serçavê) dide der. Geh li çena jor, geh li binê çavan, poz, enî (çarek) yan cihekê din ê rûyê ye.
Ji sala 1988ê ve di nava nexweşiyên derûnî de tê hejmartin. Bingeha wê derûnî ye, lewra ji xwe sedemekê laşî jî nayê dîtin. Li cem jinan bêhtir rûdide û ne di ciwantî, zaroktî yan pîrbûnê de, bêhtir di nava salên 30-60 de dest pê dike. Çiqas êş hebe jî nexweş dîsa jî dikarin bikevin xewê. Lê heger derdekê din ê derûnî hebe, kêm be jî hin kes nikarin razên.
Ji xwe bipirsin. Heger:
- Di pirraniya nava rojê de ev êş heye
- Ne tavayî ruyê we, xwe li bêhtir aliyekê rûyê we yan li cihekê rûyê we dide der
- Êşeke domdar, zeliqî ye, ango rîtmîk an pêlbipêlî nîne
- Doktorên we sedemekê din nedîtine
- Bi we re mîgren, nexweşiyên hestiyê nîne
- Bi we re nexweşiyeke tesbîtkirî ya neurolojîk nîne
- Êşa ruyê we guherbar e, carnan cih jî diguhere
dikare ya we jî psîkolojîk be. Helbet divê hûn berê biçin cem bijîşkên guh-poz-qirikê û yên diranan û herî dawî jî cem neurologan. Heger wan tiştekê nedîtin, sedem derûnî ye û divê biçin cem derûnnasan.
Min li cem hin nexweşan dîtin, bêî ku terapî bibin, sax bûn. Lê hejmara wan ne zêde bû. Divê mirov ji ser guhê xwe re navêje, alîkariyê werbigire. Mixabin sedî sed saxbûn nayê payîn. Ji ber ku nexweşiyên derûnlaşî (psîkosomatîk) gelek kompleks in, car heye bingeha xwe ji serpêhatiyên travmatîk digirin ku nexweş jî pê nizanin yan ew serpêhatî jibîrkirine.
Terapî
Di terapiya êşa atîpîk a rûyê de, masaj, terapiyên germ-sariyê, antîdepresan, terapiyên vehesînê, terapiyên aramkirina masûlkeyan bikêr in. Bi serê xwe biryarê nedin û ji xeynî bijîşkên xwe bi ya kesî nekin. Bi taybetî tiştinên hûn di înternetê de dixwînin, eman ha nekin, lewra rast bin jî dikare li we neyê, ziyanê bide. Li Tirkiyeyê nizanim çima, hin hene bi kîloyan derman bi nexweşan didin xwarin, zûbizû hîpnoz ûêd dikin. Ev ne etîk e.
Kurtenivîs, beşa psîkosomatîk, Nr. 12
Darius Winzer
X Twitter: https://x.com/Darius_Winzer