Montag, 10. Februar 2025


 
Di rewşên qeyranê (krîzê) de çawa tevbigerin?

Jiyana civaka Kurd awarte ye. 150 sal in Kurd bêdesthilat in û li ser wan ji xeynî tiştinên em dizanin, bêrawestan û sîstematîkî, şerê psîkolojîk tê meşandin. Bi rastî mûcîze ye ku Kurd hê li vê erdxanê (dinyayê) dijîn. Erê, Kurdan gelek ji nirxên xwe windakirine. Erê baweriya wan şikiyaye, xizan û nezan mane. Lê wekî nexweş ji bandora narkozê derdikevin, Kurd hêdî hêdî çavên xwe vedikin, xwe dilivînin. Erê rewşenbîrên Kurdan ên serbixwe tunin. Ên hene jî narsîst û asoteng in. Dirêj nekim, vegerim babetê.

Qeyran çiye?

Qeyran asteke mercên nebaş, xeterdar a serpêhatî yan karesatek e. Di Kurdî de peyva krîz (Chrisis) jî tê bikaranîn. Pergala xwezayî ya mirov xerab dike, bêçare û bêfonksiyon dihêle. Qeyran dikarin kurtedemî yan dirêjdemî bin. Krîz dikare îhtîmala krîzên dijwartir jî bi xwe re bîne, şansên mezin ê serkeftinê jî.

Bi qeyranan re pirraniya beşên zanistiyê û dîsîplîn mijûl dibin. 

Qeyranên sereke

Qeyranên derûnî. Trawma, şînên kronîk, depresyon, zewac an cihêbûn, koçberî, bêkarî ûêd dikarin mirov tûşî qeyranên derûnî bikin.

Qeyranên laşî, bijîşkî. Felc, mirina masûlkeyên dil (krîza dil, înfarkta dil), şêrpence, qezayên hatûçûnê (trafîk), şewbên wekî Covîd19ê ûêd dikarin tenduristiya mirov xirabtir bikin.

Qeyranên polîtîk. Wekî Şerê Ûkraynayê, nakokiyên Çîn û DYA, çaresernebûna pirsgirêkên Kurdan, reqabeta gazê, qirêjbûna xewazayê ûêd mînakên ji qeyranên polîtîk in.

Qeyranên civakî. Nîjadperestî li dijî penaberan, mobîng li dijî Kurdan, dilnexwazî dijî koçberên Sûriyê çend ji mînakan in.

Qeyranên aborî. Înflasyon, bêkarmayîn, ketina nirxên diravan, hişkesalî, îflasa bankayan, bihabûna enerjiyê hwd pergala mirov xerab dikin.

Qeyranên leşkerî. Dagirkeriya welatan, çalakiyên artêşan, pêşketina amûrên şer, xetereya şerê atomî, qedexekirina riyan ûêd dibin sedemên rikberiyan. Heger rikberî di nava dewletan de bin, dikare encama derketina şerên artêşan bi xwe re bîne. Heger di nava dewlet û xelkên sîvîl de bin (wekî rewşa Kurdan) dikarin qeyranên mezin rû bidin.

Qeyranên Kurdan ên sereke

Birçîmayîn. Bi sedhezaran Kurd nikarin xwarina rojane mîsoger bikin. Bi taybetî koçberên li kampan dijîn.

Xizanî. Li Bakur pirraniya Kurdan xizan ketine. Nikarin gorî standardên hemdem xwarinê bixwin. Zarok têra xwe vîtamînan nagirin. Xebata zarokan herçendî qedexe be jî gelek e û pirraniya zarokên Kurd derfeta perwerdeyê nabînin. Rewş li parçeyên din jî ne pirr cuda ye.

Trawma. Bi milyonan Kurd trawmatîze bûne. Trawmayên derûnî heger neyên terapîkirin, dikarin bi xwe re xetereyan bînin, wekî qesta xwekuştinê, bikaranîna madeyên hişbir, guhertina karaktarê ûêd.

Valakirina gundan. Mirov ji habîtata xwe ya hezaran salan tên qutkirin û berî didin nepeniyê. 

Şewitandin û birrîna daristanan. Avhewa tê guhertin, çandinî û xwedikirina ajalan kêm dibe. Tê gotin ku hêzên çekdar û paramîlîter ên dewletan bi sistematîkî daristanên Kurdan tunedikin. Herwiha bendên avê yên elektrîkê li erdnîgariya Kurdan tên çêkirin ku ev jî di paşerojê de axê dike çolistan.

Tirsa paşerojê. Kurd nikarin paşeroja xwe bibînin, plan bikin. Bi gotineke din çarenûsa Kurdan ne di destên wan de ye. Ji nişka ve dikare qedexeya riyan dest pê bike, mirov bêtê sûcdarkirin an zîndanîkirin, jikaravêtin. 

Şikestina baweriyê bi zagonan. Ji ber ku zagonên dewletan gelek caran elastîkî ne, bo berjewendiyên wan in Kurd nikarin jiyana xwe organîze bikin. Piştî Şerê Ûkraynayê Kurdên li Ewropa jî bi siberoja xwe ne bawer in. Gorî medyayê, li Swedê hin Kurd bo Tirkiyeyê hatine vegerandin.

Rêbazên tîpîk ên Kurdan bo serederkirana krîzan

Mixabin serederkirina Kurdan bi stres û qeyranan re ne fonksiyonal in. Ango ne bikêr in. Kurd bêhtir bi hestên xwe tevdigerin, hêza raman û tevgerê qels e li ba wan. Di qeyranan de biserbikevin jî zirarê dibînin. Bo mînak heger hevalên wan alîkarî nedabin, dawî li hevaltiyê tînin ku ev jî mirov li dijî qeyranan bêhêz dike.

Gilî û gazin. Kurd gelek jê hez dikin.

Sûcdarkirin. Enerjiyeke mezin bo xwe ji berpirsiyariyê dûr bixin, xerc dikin. "Baran li min wiha kir", "Rojînê ez rezîl kirim", "xwezî nehatibam Almanyayê", "hikûmetê gundê me neşewitanda halê min jî dê ne ev ba" hwd.

Vekişandin. Gelek Kurd qeza-bela hatin serê wan, dixeyîdin, xwe ji jiyanê vedikişînin. 

Hêvîkirin û payîn. Ji kesên din dipên ku werin derdên wan çareser bikin. Ji xizmên xwe pere dixwazin,  ji dostên xwe kar dixwazin. Helbet ev ne şaş e, lê qesta min ew e, viya wekî stratejî dikin. "Siwarê hespê xelkê tim peya ye".

Zû manûplebûn. Kurd zû tên xapandin. Piştî 150 salên bindestiyê wiha bûye ku dewlet dikarin bi hin teknîkên şerê psîkolojîk Kurdan bixapînin, berî hevûdu bidin, şerên birakujiyê lidarbixin. Ev ji şikestina xwebaweriyê tê. Mercên bindestiyê xwebaweriyê kêm dike, heya dikuje jî.

Nirxên civakî yên nefonksiyonal. Nirxên bêwate, neyînî gelek in di civaka Kurd de. "Ma ez dîn im biçim cem derûnnas?!", "ez ji birçiyan bimirim jî naçim derê filankesê ku bavê wî qorîcî bû", "bila xelk pê nehese ku ez li Stenbolê birçî me, dê navê malbata me xerab be", "mêrê min her roj li min dide, lê heger ez cihê bim zarokên min bêbav dimînin û serê malbata min xwar dibe" hwd.

Pejirandina koletiyê. 150 salan wiha kiriye ku gelek Kurd êdî azadî û bextewariyê layiqê xwe nabînin. "Qedera min e çi bikim!", "em nabin dewlet", "bila zarokên min bi Kurdî perwerdeyê nebîne, ma çi dibe qey", "keça min nekarî perwerdeya xwe bidawî bike, ez ê jî bidim mêr ma çi bûye", "mehaniya min têr nekir, ez ê jî navrojê nexwim, ma qey ji bîrçiyan namirim!" hwd.

Rêbazên nekêrbar (dîsfonksiyonal, nefonksiyonal)

Sûcdarkirin

Payîn

Îgnorekirin

Nebûna stratejiyê

Hin pêşniyar bo serederkirin bi qeyranan re

Beriya qeyranê

Mirov divê tiştinên nebaş layiqê xwe nebîne (ez ê ti carî parsê nekim, ez ê ti carî fuhûşê nekim, ez ê ti carî diziyê nekim, ez ê ti carî qesta xwekuştinê nekim, ez ê ji karakterê xwe tawîz nedim hwd)

Kollektîvî. Ti kes ne mukemel, kamil e. Mirov muhtacê mirov e. Divê dost û hevalên me yên herdemî hebin. Bo wê jî divê em li ser soza xwe bisekinin, hevalan nexapînin, bo berjewendiyên xwe bikarneyînin, îmaja me ya duristiyê hebe.

Em divê tecrubeyên xwe jibîr nekin. Di demên fireh de nekevin bêxemiyê, qeyranên berê yên ku em di wan de biserketibûn, bidin bîra xwe.

Bêxemî, euforî di çanda me de jî pêşketiye. Kurd têr xwarin, rojên teng zû jibîr dikin. Ev ne baş e. Divê mercên, tiştên qeyranan dertînin nas bikin, dijî wan hesas bin. Heger ez nexebitim, dê di paşerojê de pirsgirêkên min ên cidî yên aborî û civakî hebin. Bi kurtî li dijî mercên qeyranan dertînin hesas bin.

Bawerî û xwebawerî, îmaja karakterê me. Bawerî û xwebawerî, herdu jî cêwî ne, bira ne. Yek kêm be, yê din jî kêm dibe. Baweriya me bi me û mirovan şikestibe jî, bo destpêkek nû em mecbûr in baweriyê bidin devedora xwe. Bila xelk bêjin "ev kes miroveke durist û baş e. Bi dax e kêşeyên wê/wî hene. Lê bi alîkariyan ew dikare vegere jiyanê, biserbikeve".

Îmaja derve. Rewş çi dibe bila bibe, em divê ji derve paqij bixûyên. Diranên xwe bişon, porên xwe şehbikin. Bi sedhezaran kes ji jiyana sosyal qut bûne, li kolanan dijîn. Divê wê îmajê nedin devedorê xwe ku, xelk me nexin koma wan kesan. Ev xetere ye. Ti kes naxwaze bi "parsek", "heroînkêş" ûêd bawer bike.

Dibêjin Xwedê gotiye "bendeyo cehd ji te mirad ji min". Divê em cehd bikin. Ango bigerin, bixwazin, derî bi derî li kar bigerin, nexweş in biçin bijîşkan, evîndar in bo evîna xwe têbikoşin hwd. Kes nikare barê teralan bide ser xwe. Jiyana nûjen vê derfetê nade.

Di dema qeyranê de

Têkilî, komûnîkasyon. Em her dem nikarin bi serê xwe hemî meseleyan çareser bikin. Ne şerm e em alîkarî bixwazin. Bersiva telefonan, epeyaman bidin, serî li meqamên berpirsiyar bidin ûêd. "Pitik negirîn, pêsîra dayikê nabînin".

Prîorîte, aciliyet. Kîjan pirsgirêka me ya herî acîl e? Divê wê tesbît bikin. Helbet birçîbûn ji kirrîna Laptopê girîngtir e. Helbet xaniyek mirov nebe mirov nikare perwerdeya xwe bidomîne, helbet kar nebe kes xanî nade mirov, helbet em di depresyonê de bin nikarin fêrî matematîkê bibin lewra konsantrasyon kêm bûye hwd. Divê em li ser kaxezek kêşeyên xwe binivîsînin, ji wan yên herî girîng û acil têxin rêzên pêşîn.

Biryardayîn. Jiyana nûjen wisa kiriye ku her tişt bi zû diherike, dem û hêza alîkaran kêm e, nikarin her dem bo me biryaran bidin. Divê mirov biryarên xwe bi xwe bide. Biryara herî nebaş, ji bêbiryariyê baştir e. Carnan mirov mecbûr e zû biryarê bide.

Oryantasyon. Bi taybetî di depresyonên giran de mirov konsantrasyon û oryantasyonê hinekê winda dike. Cih, dem, meh, sal, kî me ez, li kû me, derdê min çiye hwd divê jibîr nekin. Heger kêşeyên me yên derûnî gelek in, divê beriya beriyê li alîkariyeke derûnî bigerin. Heger kêm-zêde konsantrasyon û oryantasyona me baş e jî divê demê baş bikarbînin. 

Alîkariyên zagonî û saziyên xêrxwazî û alîkariyê. Li Ewropa dema mirov bêkar man, gelek sazî hene alîkariya mirovan dikin. Li devedorê xwe divê binêrîn kar saziyên wiha hene yan na. Heger saziyek hebe ji mirovan re daxwaznameyan binivîsîne, rê nîşan bide, alîkariya xwarinê bide hwd ma xerab e?!

Îdarekirina derûnî. Divê di mejiyê xwe de daxwazî û pêwîstiyên xwe rêz bikin, wan bipejirînin, ne ku tenê li ser kaxezê yan gotinan. Divê bi sembolîk be jî her êvarê ji xwe bipirsin "min îro çi kir, kîjan mesele safî kir?".

Xeyalên piştî qeyranê. Her tişt bi xeyalan dest pê dike. Ji xeyalan netirsin û heya ji we tê xeyal bikin. "Xaniyê min çêbû ez ê li karekî baştir bigerim". "Hinekê depresyona min kêm bû, ez ê romana xwe binivîsînim", "çûm Amedê ez ê li ser kursiyan rûnêm û çay vexwim", "deynên min xelas bûn, ez ê ji xwe re kincên xweşik bikirrim", "tenêbûn ne baş e, ez ê ji xwe re evîna xwe bibînim" hwd.

Piştî qeyranê

Temîrkirina îmajê. Erê qeyran zirarê dide îmaja me jî. Divê piştî qeyranê kalîteya jiyana xwe bi giştî ji nû ve qezenc bikin. Di çavên mirovan de îmaja xwe temîr bikin.

Temîrkirina baweriyê. Dibe ku di qeyranê de me deynên xwe dereng dabin, dibe ku me bi gotinên derûnnas nekiribin, dibe ku em neçûbin şînên hevalên xwe, dibe ku bersiva telefonên dostên xwe nedabin ûêd. Divê teqez temîr bikin. Nebêjin "ez xelas bûm êdî mirov ji min re ne lazim in". Qeyran parçeyek ji jiyana me ne. Sibê dîsa dikare li me biqewime. Kî qîmeta dost-hevalan nagire xwe dixapîne, her winda dike.

Dersderanîn, tecrûbe. Heger em ji qeyranan dersê derneyînin,  ji qeyranên din re xwe hazir dikin.

Training. Gorî derfetan biçin qursên motîvasyon, vehesîn, pêşxistina behremendiyan hwd.

Krîzîntervensiyon

Wate, mudaxaleya krîzê. Carnan yek hebe dest bide mirov, mirov dikare hêsantir û zûtir ji bîrê derkeve. Ji derve ve mudaxaleya pisporî ya kurtedemî ye. Di her warê jiyanê de krîzîntervasyon dikare bête kirin. Derûn Akademî dê xizmeta krîzîntervensiyona derûnî jî bike. Me plan kiriye ku em ê birêkûpêk krîzîntervesyona online bo kesên li kampên koçberan dimînin, bidin. Herwiha derûnperwerdeyê lidarbixin, vî karî bi pisporî bikin.

Wêne ji job-wizards.com

14.08.2022

Darius Winzer

X-Twitter: https://x.com/Darius_Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie i.G. 

Dienstag, 4. Februar 2025

 


Helwesta baş bo bikaranîna dermanên derûnî

Mixabin Kurd nizanin dermanan bikarbînin. Nasnakin, wezîfeya xwe dikin stûyê dermanan, zêde bawer an nebawer dikin, guh nadin dîsîplîna bikaranînê. Ji ber wê jî gelek zirara dermanan dibînin. Di vê gotarê de ez hewl didim xwendevanan hişyar bikim. Helbet divê em beriya beriyê ji bijîşkên xwe bipirsin, gorî temiyên wan tevbigerin. Jixwe divê helwesta me bi giştî ev be. Em ê agahiyên derbarê tenduristiyê de bixwînin, zanîna xwe pêşbixin, lê ti carî bêî bijîşkên xwe biryaran nedin. Û helbet ne ez, ne jî Derûn Akademî ti berpirsiyariyê wernagirin ku heger arîşeyekê derketibe. Mirov di jiyanê de bitenê ye, divê biryarên xwe, bi xwe bixwe bide.

Komên dermanên di derûndermaniyê de tên bikaranîn

  • Antîdepresan
  • Neuroleptîka yan antîpsîkotîka.
  • Profîlaktîka (bo klîentên borderline)
  • Anksîyolîtîka (bo panîkatak ûêd)

Bandorên dermanên derûnî yên neyînî li ser laş (gelek kêm bên dîtin jî)

  • Hişê mirov diçe (dewxçûyîn)
  • Guhertina îştahê (zêde yan kêm dibe)
  • Xewişkîbûn (zêde xewa mirov tê)

  • Qelewbûn, xurtbûn, kîlogirtin (pirranî ev ji ber hin dilopikên xewê dibe)

Bandorên neyînî yên derûnî

  • Guherbariya hestan (di demekê kurt de hestên mirov tên guhertin)
  • Bêkêfbûn, neşadbûn
  • Windabûn an kêmbûna întereseyan, eleqeyan
  • Bêhestbûn (mirov tiştekê hîs nake)
  • Hin antîpsîkotîk dikarin axavtinê dijwartir bikin, ango mirov nikare baş biaxive

Antîpsîkotîkên tîpîk

  • Chlorpromazin
  • Perphenazin
  • Stelazin (Trifluoperazin)
  • Serentil (Mesoridazin)
  • Fluphenazin
  • Thiothixen
  • Molindon
  • Thioridazin
  • Loxitan (Loxapin)
  • Haldol (Haloperidol)

Antîpsîkotîkên netîpîk

  • Abilify (Aripiprazol)
  • Clozapin
  • Ziprasidon
  • Risperdal (Risperidon)
  • Seroquel (Quetiapin)
  • Zyprexa (Olanzapin)

Guh nedin kurtepistan

Di tora înternetê de her tişt heye. Yek dibêje "dermanên derûnî bengîtiyê çêdikin", yek dibêje "qet çênakin". Yek dibêje "ti xêra antîdepresanan nîne", yek dibêje "eman ha derman nebin mirov sax nabe". Çima wisa ye? Kurdno, erdxan (dinya) li ser başî û dadê nehatiye avakirin. Qet tiştek tune ku bi berjewendiyan ve têkildar nebe. Her tişt di xizmeta berjewendiyan de ye. Mixabin zanist jî, ol jî, derman jî ketine bin siya berjewendiyan. Ev ne sûcê zanist, ol û dermanan, sûcê mirovan e.

Li DYAyê salane 49 hezar ton paracetamol tê bikaranîn. Li serê şexsê 298 heb dikeve. Amerîkayiyek salane kêm-zêde 1200 Dollar bo paracetamolê dide. Êdî hûn hesab bikin ka çend hezar ton statin, antîdepresan ûêd tên daqultandin.

Divê stratejiyeke me hebe bo bikaranîna dermanan. Lê di serî de zanîna me hebe. Heya ji me hatiye divê em angaştên alîgir jî yên dijber jî bizanin, ku bikaribin biryarên rastegîn bigirin. Gelek navend û lobî hene ku sibeyê heya êvarê reklam û propagandaya dermanan dikin. Sektora dermansaziyê xwedî milyaran Dollar e, destên wan di siyasetê de xurt e. Bi wan be, ew dixwazin em bi kîloyan dermanan daqultînin. Lewra ew pere qezenc dikin. Çawa kincfiroşek dixwaze kincên xwe bifiroşe me, ew jî dixwazin dermanên xwe bifiroşin. Ti kincfiroşek nabêje "kincên min bêkalîte ne".

Rast e ku nexweşiyên derûnî di mejî û bi giştî laşê mirov de guhertinan çêdikin. Em bitirsin, biqehirin, xemgîn bibin, bo mînak di nava sînapsên mejiyê me de asta serotonîn, endorfîn, dopamîn ûêd tên guhertin. Bo mînak serotonîn kêm bibe, kêfa me ya jiyanê jî kêm dibe. Rast e ku antîdepresan dixwazin asta wan "hormonên bextewariyê" sererast bikin. Lê mesele ew e ku gelek markayên antîdepresanan hene û her kes jî tiştekê dibêje. Kîjan baştir e, çiqas bikarbînin, bo dirêjiya çi demê bikarbînin hwd, tevlîheviyekê heye.

Derman ne her tişt e

Gelek lêkolîn hene ku dibêjin, "werziş ango sport bi qasî dermanên derûnî bikêr e". Dema em sportê dikin, laktîkasît ji laşê me tê avêtin, adrenalîn kêm dibe, xwebaweriya me zêde dibe, bêhtir çalak û sosyalîze dibin. Adrenalîn kêm bû jî, jixwe asta "hormonên bextewariyê" baştir dibe. Heger wisa ye, lê çima em bi dermanan laşê xwe jehrî dikin? Angaştên berevajî wê jî te hew dît dest bi propagandayeke mezin kirin, gotin "filan derman mûcîzeyan diafirîne". Te hew dît bi dehan zanist, profesor derketin pesnê dermanan dan. Zehmetî jî ev e, hişê me tevlîhev dibe.

Kurd akademîsyenan nas nakin

Ev ji derûniya bindestiyê ye. Neteweyên bindest wiha ne, bi xwendiyan zêde bawer dikin. Xwendiyan wekî mirovên durist, qedirbilind, biexlaq, bêalî û zana dihesibînin. Dibejin qey mirov zanîngehek bidawî bike, kamil dibe, dibe mirovek pîroz. Dewletên serdest jî viya baş û bi pisporî li dijî bindestan bikartînin. Hela li devedora xwe binêrin, li TVan temaşe bikin, bi hezaran "xwendî" sibeyê heya êvarê derewan dikin, piştgiriya zilmê û nezaniyê dikin. Ne tenê xwendî, peşengên olî binêrin. Ma mirov bi xwendinê dibe mirov? Ma ferqa şivanek û profesorê fîzîkê çiye? Herdu jî pêwîst in, herdu jî karê xwe dikin. Ti pîşeyek ji yê din binirxtir nîne. Şivan tenê bi şivaniya xwe nabe mirovekî baş, profesorê fîzîkê jî. Exlaq, karakter û etîk tiştek din e. Bi perwerdeya dê-bavê û gelek faktoran ve girêdayî ye, ne ku bi xwendinê dibe.

Li Almanya k²yê (ango serê kîlometregoşeyê) nêzîkî 50 profesor dikevin. Alman bi wan dibin medenî? 60 sal in Almanya nikare di karê întegrasyonê de biserbikeve. 40 sal in di warê derûnnasiyê de ti pêşketinek çênebûye li li vî welatî. Mirov bi xwendinê dibe xwedî mesleg (pîşe) û xwendin helbet baş e. Lê di dibistanan de etîk, exlaq, başî, zanistiya bêalî nîşanî mirov nadin. Viya bes mirov dikare bi keda xwe bike.

Qet nebe em tiştekê dizanin; "Divê mirov dermanan nas bike, bi bandora wan a neyînî bizane, bi reklaman (û herwiha profesoran, medya, çapemenî û heya pêşengên olî) nexape, biryara xwe bi xwe bide".

Çar parçeyên derûndermaniyê hene

  1. Bikaranîna dermanên derûnî
  2. Derûndermanî (psîkoterapî)
  3. Werziş (sport)
  4. Kêmkirin an çareserkirina arîşeyan

Ji van yek divê kêm nebe. Bi serê xwe derman, bi serê xwe psîkoterapî têrî nake. Werz bi qasî dermanan û psîkoterapiyê girîng e. Klîent (an nexweş) divê pirsgirêkên xwe yên heyî jibîr neke û bo çareserkirina wan bixebite. Bo mînak bêkarî, tenêbûn, zewaca patolojîk, arîşeyên aborî hwd. Heger ev problem neyên çareserkirin, dikarin klîent bixin çerxa bêyom û herçendî psîkoterapî serkeftî be jî, vegerînin serî. Ev ne peywirdariya terapîstan a nexweşan e.

Antîdepresan pêwîst in

Em mecbûr in bo demeke sînordar antîdepresanan bikarbînin. Derman parçeyek ji derûndermaniyê ne, bêî wan nabe. Lê heger bijîşk tiştekê din negotibe, divê em wan herî zêde du salan bikarbînin. Heya du salan tê payîn ku depresyonên herî giran jî bên saxkirin. Heger klîent di nava du salan de sax nebû, hêdî hêdî nexweşî dibe kronîk û heya dikare bibe parçeyek ji kesayetiya mirov jî. Çima nexweş sax nabe? Divê piştî du salan ev pirs bê kirin.

Hin sedemên psîkoterapiyê dirêj an asteng dikin

  • Qezenca sekondar a nexweşiyê. Bi gotineke din nexweş ji nexweşiya xwe sûdê werdigire, qezenca wê tê de heye. Helbet nexweş bi qestî, bi zanebûn viya nakin. Bêî zanebûn dikin. Bifikirin hûn nexweş bin, ji karê malê, berpirsiyariyan azad dibin. Hevjînên we qîmeta we digirin. Derûnnas bi mehan guhdariya we dikin, li klînîkan li gel seansên derûnî, masaj û tiştinên xweş jî tên kirin. Xweş e? Lê heger nexweş nebin ji van hemiyan mehrûm dibin.
  • Parçebûna yekîtiya terapiyê. Divê kes nekeve navbera terapîst û nexweşan. Hin caran ji ber gelek sedeman ev yekîtî pûç dibe.
  • Xwedayîna qismî. Klîent hin caran parçeyek derûndermaniyê qebûl dike lê yên din nake yan jî bicihnayîne. Bo mînak "derman û psîkoterapiyê dixwazim lê werzişê naxwazim" dibêjin. Û ev helwesta han bi dax e di civaka Kurdî de gelek e.
  • Cureyên astengdariya kesayetiyê. Tê zanîn krîtereka xerabûna kesayetiyê ew e ku nexweş xwe nexweş qebûl nake.
  • Bêşansiyên civakî. Bi taybetî civaka Kurd ji nîmetên demê sûdê wernagirin. Bo pirraniyê psîkoterapî lûks e. Herwiha peydakirina dermanan û derfeta werzişê jî.

şniyarên min bo bikaranîna dermanên derûnî

  • Nêrîna min ji çavdêriyên min e. Tika dikim kes gotina min neke. Tenê bixwînin. Lewra ez tenê şexsek im û gorî tecrubeyên xwe dibêjim. Dibe ku şaş bin, ew îhtîmal heye. Viya bikin edet, nêrînan bixwînin lê bi xwe biryarê bidin.
  • Herî zêde du salan antîdepresanan bikarbînin.
  • Di maniyan, şîzoaffektîvan de car heye antîdepresan dikarin bêîstîqrariya hestyarî re jî bibin alîkar. Ango dikarin îstîqrara hestyarî -helbet di hin nexweşiyan de, ne di hemiyan de- xerab bikin.
  • Bandorên dermanên derûnî an jî nederûnî yên ku dibin sedema halusînasyonan têne zanîn. Ji paracetamol bigire heya antîhîstamînan, ji statînan bigire heya dermanên astmayê û antîdepresanan, dikarin mirovan hêrs bikin an bêhnteng bikin. Herwiha empatiyê kêm dikin. Hin angaşt hene ku dibêjin derman dikarin karakterê mirov jî biguherînin. Lê divê mirov faktora dramatîzekirina klîentan jî berçav bigire. Bo mînak di sala 2011yê de, Fransiyek ku bavê du zarokan e, doz li fîrmaya dermansaziyê GlaxoSmithKline kir, bi îdiaya ku dermanê wî ji bo nexweşiya parkinsonê bikar aniye, ew kiriye nymphomanîak û bûye sedema destdirêjiyê. Zilam tecawiz kiriye û îdia kiriye ku beriya dermanan ew ne wiha seksger bûye. Nexweşekî min ji herêma Derya Reş jî ne derman lê psîkolog sûcdar dikir. Digot "ez ne ew kesê ku destdirêjiyê bikim bûm, psîkologan ez wiha kirim".
  • Ji bîr nekin ku derman bi serê xwe mirovan sax nakin. Çi derman dibe bila bibe, derman alîkar in bo saxbûnê û hew.
  • Alîkarê klîentan bibin bila gorî temiyên bijîşkan tevbigerin, bi serê xwe tevnegerin. Jixwe xizm û malbatên nexweşan jî parçeyek ji terapiyê ne, gorî derfetan divê ew jî tevlî terapiyê bên kirin.
  • Li dijî bandorên neyînî yên dermanan hişyar bin. Mimkûn e hûn bi xwe pê dernexin an hîs nekin lê kesên din viya bibînin. Di rewşên wiha de jî herwiha bilez bijîşkên xwe agahdar bikin.
  • Hin êşbirên di derûndermaniyê de tên bikaranîn dikarin bengîtiyê (girêdanê) çêbikin. Berdana wan dermanan dijwar e, divê nexweş gelek sebir bike, bi serê xwe derman bernede. Bijîşk plana dermanberdanê amadedikin, divê nexweş gorî wê tevbigerin.
  • Ez bi xwe gelek dijî dermanbikaranîna zarokan im. Li Almanya jî norm ev e. Heya ji bijîşkan tê derman nadin zarokan. Bi xapînok (plasebo) yan teknîkan terapî dikin.

22.08.2022

Darius Winzer

X-Twitter: https://x.com/Darius_Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Wêne ji Deutsches Ärzteblatt

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...