Dienstag, 28. Januar 2025

 


Kesayetiya bengî (astenîk, dependent, kesên bi mirovan re girêdayî tevdigerin) çiye?

Erê kesên wiha jî gelek in û bi taybetî di civaka Kurd de. Helbet bengîbûn bi serê xwe ne nexweşî ye. Ez nabêjim ev xerab e yan baş e. Heger krîterên astengdariya (xerabûna) kesayetiyê bicih nehatibin, bi bengiyan re jiyan heya bigire xweş e jî. Lê ez behsa zêdebûna van krîteran, behsa astengdariya vê kesayetiyê dikim.

Êdî em bi sedemên astengdariya kesayetiyan dizanin: Bingeha xwe di zaroktiyê de digirin. Fîgûra dê-bavê rengê xwe dide kesayetiya mirovan. Ji ber ku civaka Kurd di mercên awarte de dijî, xwebawerî kêm e li cem Kurdan. Jixwe bengî jî bi kêmbûna xwebaweriyê tên zanîn.

"Bo xatiran, malê dikin wêran"

  • Astenîk ji gundekî çûn gundê din, bîrî dikin. Xerîbî, veqetîn, xatirxwestin hwd wan zêde xemgîn dike.
  • Di hinava xwe de girtî ne, baweriya wan bi xwe kêm e.
  • Hestên gelekan depresîv, melankolîk in.
  • Înîsiyatîvê nagirin, di nava komê de her alîgir, mirîd in.
  • Xwe bêçare, qels hîs dikin. Ji derve jî wiha dixwûyên.
  • Pirr caran ji ber tirsa ku bên terikandin, ramanên xwe nabêjin.
  • Biryarên girîng bo wan biêş e. Nikarin biryaran bidin, pirranî dihêlin kesên din bo wan xwe biêşînin.
  • Vîna (îradeya) wan qels e, bi veşarî tevgerên kesên vîna wan zexm in, kopî dikin.
  • Bêî heval, dostan nikarin.
  • Dependent bo bala kesan bikişînin, têkiliya wan winda nekin, zêde xwe diêşînin.
  • Carnan tiştinên ku qet naxwazin bikin jî, dikin. Bo xatiran serê xwe jî dixin belayan.
  • Dema tenê man dikevin xemên tirsnak. "Ez ê çi bikim? Çawa bi şefê xwe re serî derînim. Ji kar bêm avêtin, ez ê birçî bimînim. Çima hevalên min ji min sar bûne, gelo vexwînim malê, xwarinê ji wan re çêbikim...".
  • Fêrî mekanîzmayên serederkirina bi bi stresê re nebûne.
  • Kêf û vehesînê kêm dijîn.
  • Li kargehê dema nakokiyên mezin derketin, sûcê xwe dikin stûyê yên din. Ne ku nedûrist in viya dikin, newêrin bi rastiyê re rûbirû bimînin, serî derînin.

Ne hezkirina zêde, lê azadî

Dibe ku kesên bi astenîkan re dijîn, serî de bextewar bin. Lê dem tê aciz dibin. Xwezaya mirov azad e, kes naxwaze kesek din bi dirêjiya temenekê li keştiya xwe bar bike. Kes naxwaze yek bi wan re bizeliqe. Bi taybetî di têkiliya evînê, zewacê de, zehmetî derdikevin. Astenîk çi bikin jî hembazê xwe qanî nakin. Min gelek zilam naskirin ku ketibûn riyeke din, veşarî têkiliyên paralel avakiribûn. Astenîkan fêhm nedikirin ku pêwîstiya hembazên wan ne bi eleqeya zêde, lê bi azadiyê hebûn.

Astenîk di civaka Kurd de

Mêrên Kurd, taybetî bi jinên wiha re dixwazin bizewicin. Lê zû-dereng problem derdikevin. Rûdana bengîtiyê gorî çavdêriyên min, li ba jinên Kurd bêhtir e. Bi giştî him li cem mêran, him jî jinan tê dîtin. Zehmet e ku bêjim rola "xwendîtiyê (perwerdeya li dibistanan)" heye. Min gelek jinên 'nexwendî', ji gundan hatibûn naskirin ku serbixwe bûn, bi wan re tendensên kesayetiya bengî nebûn. Min gelek jinên xwendî jî li Almanya naskirin ku rasterast bengî bûn. Lêkolîn pêwîst in.

Jinên Kurd hene li Ewropa ku 40 sal in li vir in fêrî ziman nebûne. Zarokên wan tercumaniyê ji wan re dikin. Rêzefîlman temaşe dikin, werzîşê nakin, gelek nexweşiyên laşî û derûnlaşî (psîkosomatîk) bi wan re derketine. Bêî hevjînên xwe nikarin li ser piyan bimînin. Lêdanê dixwin lê dibêjin "Erê dizanim hevjînê min diçe ba jinên din, li min dide. Lê zilam e, zilam jixwe wiha ne. Ez naxwazim veqetim. Zilamê min di eslê xwe de, ne mirovek xerab e. Min xwe daye zarokan, çi bikim, ev jî bila qedera min be".

Du cureyên kesayetiya bengî hene:


Bengiyên çalak:
Xwe li civakê tînin. Şarman û nazîk in. Dema bi hestyarî bin axavtinên wan dramatîk in. Her dixwazin hestên xwe baş û têkûz bidin der. Ji ber wê gelek caran peyvên xwe dadiqultînin, hildibijêrin, da hestê xwe baş bilêv bikin. Qismek ji wan di têkiliya rûbirû de çavên xwe direvînin, rasterast li çavên mirov nanêrin. Lê ne hemî wisa ne.

Bengiyên neçalak: Êdî behremendiya wan a înteraksiyonê jî ziyan dîtiye. Tenê di bin siya kesan de tevlî jiyana civakî dibin.

Sedemên pêşketina kesayetiya girêdayî

Mirov jiyandareke biyo-psîko-sosyal e. Yek ji van nikare kêm be. Lê bêhtir ji dê-bavan e. Ez her dibêjim salên 4 heya 6 û 9 heya 13 gelek girîng in. Di zaroktiyê de kesayetiya mirov ava dibe. Hin ji sedemên pêşketina vê kesayetiyê dikarin ev bin:

  • Zarok pirr di ser destan re hatine girtin. Nehîştine berpirsiyariyan bigirin ser xwe, behremendiyê xwe pêşbixin.

  • An jî berevajî wê, dê-bav (an herdu bi hev re) zêde otorîter û sert in, nehîştine zarok xwe îsbat bikin, xwebaweriya zarokan kuştine.

  • Trawmayên zaroktiyê. Mobîng, destdirêjî, şîdeta dê-bavê ûêd.

  • Windakirina kesayetiyên pîroz di zaroktiyê. Dê yan bav miriye, yan cihê bûne ûêd.

  • Gelek kêm be jî malbatên hinekan de cureyek astengdariya kesayetiyê heye.

  • Behsa sedemên genetîk jî tê kirin, lê ev li cem gelek û gelek kêm kesan hatiye dîtin. Naxwazim xwendevan viya wekî sedemeke berçav bifikirin.

Mînakek (nav hatiye guhertin)

Sevîm, 39 salî, ji Tirkên Deryaya Reş bû. Akût hatibû klînîka me. Bavê wê du jin kiribû û diya wî dema ew heşt salî bû, felc derbaskiribû, seqet mabû. Diviyabû binê diya xwe bigire, karên malê bike. Damariya (dêmarî, jinbav, sitardê) wê gelek caran lê dida. Wê him diya xwe diparast, him jî ji bo lêdanê nexwe, her tişt dikir. Birayekî damariyê bo xwendina dibistana amadeyî (lîse) hatibû mala wan. Ciwanekî nerihet bû. Damariyê ew mecbûr dikir ku xizmeta kurik bike.

Ciwan lingê xwe dida şûştin, dest diavêt Sevîmê. Carekê ji bavê xwe re dibêje lê him kes bawer nake, him jî lêdanê dixwe. Ciwan bo wê ceza bike, bi zorê destdirêjiyê dike. Qîrînên wê erd û ezman digire lê kes nayê hewarê. Tenê dibistana seretayî dixwîne. Ji mamosteya xwe re behsa destdirêjiyê dike, dibin heval. Mamosteya wê dibe wekî xuşka wê. Mamoste dibe alîkar bi yekî li Almanya re dikeve têkiliyê.

Dizewice tê Almanya. Hevjînê wê di aşxaneyek de dixebite, du zarokên wê çêdibin. Pirraniya rojê di mal de dimîne, zilamê wê naşîne qursa Almanî. Ew jî ji rewşa xwe kêfxweş e. Ji mirovan ditirse, her li alîkarek digere. Hevjînê wî hevalên xwe tîne malê ku yek ji wan eleqeyeke cuda nîşan dide. Bi awayekê dilê Sevîmê dikeve wî. Zilam zewicî ye, zarokên wî hene. Derdên xwe ji zilam re dibêje. Zilam jê re diyariyan dikire, bi veşarî derdikevin der, diçin xwarinê.

Hêdî hêdî bi awayekê dibe jina duyem a zilam. Têkiliya wan 12 salan berdewam kiribû dema Sevîm hatibû ba me. Du-sê caran bicanî dimîne ji zilam, lê jiberxwe dike. Sevîm zêde vediriya ku ev psîkosomatîk bû. Lewra têkiliya zayendî destdirêjiya di zaroktiyê dianî bîra wî û kesî jê fêhm nedikir. "Carnan fikrên wisa tên min dibêjim qey qiyamet rabûye. Dibêjim ew ê tişteka pirr nebaş biqewime, lê nizanim çiye. Xwedê vê hîsê nede dijminê min, pirr dijwar e." digot. Min bi Sevîmê re EMDR kir bo trawmaya wê. Bawerî ew bû ku em bikevin navenda kêşeyên derûnî. Rewşa wê gelek baş bû, êdî me dest bi xebatên derûndermaniya tevgerê kiribû.

Dostê Sevîmê hatibû klînîkê, ziyaretê. Min bang wî kir. Jê re got divê têkiliyê bidawî bike. Zilam qebûl kir. Sevîmê mêrê xwe berda. Çend salên din dîsa hat klînîka me. Îcar jî sê mêran re têkilî danibû. Ew zilamê ez pê re axivîbûm, her berdewam dikir. Sevîmê li klînîkê ji xwe re ciwanek ditiye, ew carnan dihatiye mala Sevîmê û niha jî mêrê wê yê berê bûye bala serê wê. Mêrê berê bi têkiliyên wê hesiyaye, bi Tirkeka Bûlgaristanê re zewiciye lê carnan tê mala Sevîmê, bi zorê destdirêjiyê dike. "Dengê min tomar kiriye, heger gotina wî nekim, ew ê min rezîl bike". Nexweş regresyoneke mezin de bû. Pirsgirêkên wê yên civakî, malbatî, qanûnî zêdetir bûbûn. Ji min xwest ku ez alîkar bim da ew ji hemî derdan azad be. "Bila mêrê min ê berê bê girtin. Bila ciwan êdî neyê mala min, ji min 15 sal biçûktir e û ez ji keça xwe ditirsim, Bila ew ê hûn nasdikin jina xwe berde bi min re bizewice. Ez xwe li cem wî baş hîs dikim". "Bila" yên Sevîmê xelas nedibûn.

Terapiya wan

Di terapiyê de kesayetî nayê bingehgirtin. Kesayetî ewçend naguhere û terapiya kesayetiyê bi serê xwe nîne, ne gengaz e. Erê heger bi salan xebat bête kirin guhertin çêdibin, lê ne sebra nexweşan bo wê heye, ne jî sîgortayên nexweşiyê pere didin. Terapîst lê dixebitin ku rêbazên derbasdar fêrî klîentan bikin da serî bi kêşeyên ji bandora kesayetiyê derketine re derînin. Heger hûn xêra hevalên xwe yên bengî dixwazin, dikarin gelek alîkar bin. Terapiyên kognîtîv-tevgerê gelek bikêr tên. Heger bi nexweş re trawma yan depresyon heye, divê berê ew bên saxkirin.

Hin pêşniyar bo serederkirina bi bengiyan re

Di psîkoterapiyê de derdên sereke yên kesayetiya girêdayî ya diyarkirî divê werin çareser kirin. Digel vê yekê, wekî hevkar, hûn jî dikarin bibin alîkar da ku yê din kêmtir girêdan. Berî her tiştî, girîng e ku hûn ji şêwaza gelemperî ya "bo xatirê heval", derbikevin.

Heger hevjîna/ê we dependent e, hûn dikarin xwe bişans jî bihesibînin. Ew we difikire, bo we xemê dixwe, bo têkiliya we winda neke, çi ji dest hatiye dike. Rast e, hûn carnan wê/wî wekî benîştê zeliqandî hîs dikin, we rehet bernade, pirr aciz dike. Ma evîn bêî fedakariyê dibe? Hûn dikarin berê wê/wî berî bi pêşxistina behremendiyan bikin. Bila ehliyetê bigire, zimanan bizanibe, xwedî pîşe be. Ew çiqas azad bû, barê we jî sivik dibe. Ew çiqas serbixwe bû, evîna we birengtir, baştir, romantîktir dibe. Ma dîl (kole) tên hezkirin!? Helbet dîl ne balkêş in, mirov evîndarê koleyan nabe. Dilê astenîkan neşkînin, lê hêdî hêdî sînoran daynin, konseqûansan ava bikin.

28.07.2022

Darius Winzer

https://x.com/Darius_Winzer


© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (i. G.)

Sonntag, 26. Januar 2025

 

Çawa xwe ji narsîstan biparêzin?


Civaka me narsîzmê nasnake. Narsîzmê wekî ezperestî, pozbilindî, qurrebûn, arogantî dizanin. Na xêr, taybetiya narsîzmê ne ev e. Hinekê ezperestî pêwîst e, ne şaş e. Heger mirov tiştên baş layiqê xwe nebîne, bi xwe pesnê xwe nede, wate xwebawerî şikestiye. Divê em ji xwe hez bikin.
Narsîzm ne xerab e. Her yek ji me xwedî kesayetî û karakterek e. Rengareng in em. Ti kes ji yê din binirxtir nîne. Lê heger giraniya kesayetiya me berî bi taybetiyeke zirarê dide me ve diçe, ev helbet ne baş e. Ez nabêjim da narsîst di warê hevaltiyê de bên windakirin. Hinek ji wan mirovên balkêş, heneksaz in. Dilê jinan jî mêran jî dikare zû bikeve wan. Destpêkê de mirov heyranê xwe dihêlin. Xwebawerî, rehetî, zanîna wan bi xweşî mirov diçe.

Narsîzm rûpoşek e

Narsîzm rûpoşek e, maskeyek e. Fantaziyên heybetmendiyê yên derûna narsîstan ji bo sererastkirina şikestinên hundurîn e. Ew ji aliyekê ve, bi vê maskeyê birînên xwe yên zaroktiyê dikewînin. Ne hewce ye ku were gotin, narsîst ne hevalê îdeal in ku mirov pê re evîndariyê, zewacê, hemkariyê bikin. Nêzîkbûna rastîn, rûbirûmayîna bi rastiyê re wan ditirsîne. Mitja Back, derûnnasek ji Zanîngeha Münsterê ku gelek lêkolîn li ser narsîstan kiriye, dibêje "gengaz e ku mirov bi wan re têkiliyek baş dayne, lê divê yek qehra wan bixwe û berdêla wê jî dikare mirov nexweş bixe".

Hûn bingeha peyva "narsîzmê" jixwe dizanin. Di mîtolojiya Grekiyan de Narsîs an Narkîz, nêçîrvanekî pirr qeşeng û çeleng e. Herwiha rinda periyan Eko jî jineke pirr rind e. Eko dil dikeve vî nêçîrvanî. Narsîs di ava golê de rûyê xwe dibînê û ji xwe gelek hez dike. Ewçend ku êdî ji ber avê ranabe, her li xwe dinêre. Bi Eko re mijûl nabe, îhmal dike. Narsîs êdî bi roj û şev li ber golê ye, pê de çûye, îcar jî dixwaze dirûvê xwe yê di avê de hembêz bike û dike jî. Helbet di golê de dixeniqe. Eko jî ji êşa evîna xwe diqîre û ew dengê wê hê jî "eko dike" ango olan dide. Peyva eko ji wir tê.

Xwedayê derya û okyanûsan, Mêr

Versiyoneke vê evînê di mîtolojiya kevnare ya Kurdan de heye. Xwedayê cîhana derya û okyanûsan Mêr ewçend çeleng e ku dilê perî û xwedayiyan dikeve wî. Lê ew bi xwe re mijûl e, evîn-mevîn ne xema wî ye. Mêr ewqas pozbilind e ku li ser pişta hespê xwe yê baskên wê hene û dikare di binê avê de jî, ser erdê de jî bijî, heya dikare bifirre siwar e, kêfa xwe dike. Mêr, heger yek wî rexne bike gelek agresîv dibe. Kî bêî destûra wî keştiya xwe derîne seferê, bagerê radike û wan dixeniqîne. Ev ji mîtolojiya Hatiyan e (hîtît). Hatî, Mîtanî û Horî (Hurrî) yek milet in û Kurd neviyên wan in.

Navekê din ê Mêr jî Kîşî ye ku ev rengdêr e, binavkirineke Horiyan e. Peyva Kîşî, di Kurdiya îro de tê çi wateyê hin angaştên min hene, lê hedê xwe bizanim, pirr ji babetê dûr nekevim. Mêr ewqas ezperest e, carnan gotina xwedayê bayê Tarxûn/Tayfûn nake, bi hev re şer dikin. Ji ber şerê wan, av radibe, bager xaniyan hildiweşîne. Mêr guh nade temiyan xwe berdide bîra herî kûr û tarî ya bin deryayê, ku ew di sînorê xwedayek din, xwedayê tarîtiyê, goristan û marên bin erdê Markûvaya yan Marwanzî de ye, jê re qedexe ye û serê wî dikeve belayan.

Hespê wî dibe ku Bozê Rewan ê destana Mem û Zîn be. Ez ne pisporê mîtolojiyê me, lê bi ya min destana Mem û Zînê yek ji kevintirîn destanên antîk e. Gorî demê tê rojanekirin. Destan behsa bajarekî li Qirimê ya Ûkrayna dike. Keça mîrê herêmê û Mem ê ji Alanê hatiye. Kivşe ye beriya wê jî di nava Mîtanî, Hatî û Horiyan de ev destan hebûye. Mêr di zimanên rojavahiyan de di wateya deryayê de ye. Bo mînak bi Fransî Mer, bi Almanî Meer, derya ye. Peyva 'mêr' a Kurdî dibêjin ji lêkera mirinê tê, lê dibe ku ji navê xwedayê deryayê yê pirr bihêrs Mêr, hatibe. Nizanim.

Peyama van metaforên mîtolojîk ew e ku mirov ewqas bi xwe û armancên xwe re mijûl e ku evîna xwe jî jibîr dike, guh nadê. Çima wiha dikin? Helbet bi zanebûn, bi qestî viya nakin. Kî bi zanebûn dev ji hezkiriyên xwe yên herî pîroz berdide? Bêî zanebûn viya dikin, lewra bi wan re behremendiya empatiyê nîne. Erê, ew nikarin empatî bikin. Erê, narsîst nikarin empatiyê bikin.
Mêr ewqas bi mêraniyê re mijûl e ku devedorê xwe nabîne, hîs nake. Çêtir e ez ji sînorên nezaniya xwe dernekevim, van tiştan ji pisporan re bihêlim.

Narsîst xwedî kompleksa xwebiçûkdîtinê ne

Narsîstî heger gihîştibe asta xerabûna kesayetiyê gorî ICD-10 bi 'F60.8 Astengdariyên kesayetiyê yên taybet ên cuda, narsîstî´ tê kodkirin. Di bingehê de ev kesana xwe kêm, biçûk dibînin. Ewçend xurt e ku ev kompleks, hûn hema rexneyek biçûk jî li wan bikin, ev digihê birîna wan a kûr û canê wan diêşe û hêrs dibin. Qet tehemûla wan bo rexneyê nîne.
Narsîst mirovan wekî di pişt perdeyê de bin an di nava mijê de bin, dibînin. Ê li hemberê wan tî ye birçî ye, derdek wan heye yan nîne, nizanin.

Mînakek ji narsîstan (nav hatiye guhertin)

Azad 55 salî bû, ji kar hatibû avêtin, di hewla malnişînîbûnê de bû. Wextekî bûye milyoner lê bi gotina wî sê zewac kirine, ketiye zîndanê û her tişt windakiriye. Çûbû ba gelek derûnnasan lê ji kesî memnûn nemabû. "Nizanim kî bawername dide van kesan. Xanim derûnnas e, nizane derûnnasa navdar a Swîsreyî Werner kî ye". Beriya ku ew were klînîkê min bi dîagnoza wî dizanibû. Hê ji rûniştina me ya yekem re saetek hebû, bêî ku li derî bide, derî vekir hat bûroyê. Beriya ku ez hişyariyê bidimê, înîsiyatîv ji min girt û got "nizanim we perwerdeya psîkanalîzê dîtiye yan na, nexwe ez ê terapîstek din bixwazim". Wî gola yekem avêtibû qeleha min.

Di dersên me yên bi zimanê Tirkî de, diçû-dianî pirsek wisa ji min dikir ku ez nekarim bersivê bidim. Li ser Googleê li nav û gotinên fîlozof an derûnnasan digeriya, di nava nexweşan de dixwest min biçûk bixe. Min heger rasterast bigota "ez nizanim", rê dida ku ew viya her bidomîne. Lewra narsîst bibînin tu bêçare yî, her te dipelixînin. Min bi zanebûn digot, "bisekinin ez di dawiya dersê de bersivê bidim, niha mijara me cuda ye". Bi viya, yek, da nîşandan ku li salona dersê otorîte ne ew e. Du, rê neda ew dersê bigire bin kontrola xwe. Sê, rê neda ew ziyanê bide baweriya nexweşan bi min re. Di dawiya dersê de bi kurtî digot "ha, ew pirsa we ne mijara dersa me ye, hûn dikarin li înternetê binêrin". Heger pirsek têkildarî dersê jî kiriba, bi heman helwestî, digot "nizanim". Lê di dawiya dersê de digot.

Sedemên cudabûna wî bi hevjînên wî re şîdet bûye. "Nezan bûn" digot. Şîdet li dijî jinên xwe bikaraniye. Ji ber wê jî çendekê di zîndanê de maye. Heya pola heftan xwendibû û wekî entellektûelan şalgerdan girêdida. Di seansên me de her dixwest min biçûk bixîne û terapî jî ne xema wî bû. Wekî ez xulamê wî bim, bi min re miamele dikir. "Dikarin binêrin ev nameya sîgortayê ku ji min re hatiye çi dibêje?". Min hema di serî de nedigot "ev ne wazîfeya min e", digot, "filan saetî were". Dema dihat jî digot "aha, biçin cem şêwirmenda civakî ya klînîkê, ez fêhm nakim ji bûrokrasiyê".

Wî nedikarî hespê xwe di zeviya min de bibezîne, îcar gelek diqeherî. Di seansan da înîsiyatîv nedida wî. Rojekê got "mamoste bi ya min tu vî karî berde, bibe fermandarê leşkerî, psîkologtî li te nayê". Wî dipa ku ez viya wekî heqaret bihesibînim lê ez keniyam û min got "heger ez fermandarê leşkerî bim ez ê te negirîm eskeriyê, tu mirovekî heyf î". Him da nîşandan ku min dilê xwe negirtiye, him jê re got "tu heyf î", dilê wî xweş kir.

Roja ji me çû, gotina wî ya dawî "mamoste min qey got tu Kurdperwer î. Ji bo wê min tu wekî terapîst qebûl kir. Tu jî wekî yên din î. Qisûrê nenêre, hinekê pirtûkan bixwîne, xwe pêşbixe".

Sedemên sereke yên rûdana kesayetiya narsîstîk (di zaroktiyê de)

Helbet hin derûnnas sedemekê din jî nîşan didin, dibêjin "di zaroktiya biçûk de ji aliyê dê-bavan ve ser destan hatine girtin, zêde hezkirin û eleqe dîtine, îcar mezin bûn jî viya ji herkesê dixwazin". Hin nêrîn hene ku dibêjin rola genetîkê jî heye.

  • Pirr zêde di ser destan de hatine girtin.
  • Atmosfera sar a malbatê ku pêwîstiyên zaroktiyê berçav nagire. Ango mehrûmiyet.
  • Mobîng.
  • Destdirêjiyên hestî û zayendî. Pirranî ev heye di serpêhatiya narsîstan de.
  • Malbatên zêde lîberal û azad in ku zarok nikarin rastegîniyê û sînorên xwe nasbikin.
  • Dê yan bav an jî herdu, mirovên bibawer nînin. Zarok lihevhatinekê di karakterê wan de nabînin. Ango gotin û kirinên wan hevûdu nagirin.
Narsîstî li cem Kurdan

Mixabin heya niha lêkolînek me bi xwe nîne. Narsîst li Kurdistanê gelek in. Bi taybetî li hin herêmên Kurdistanê ku herî zêde komkujî û zilm dîtine, narsîst gelek in. Ez naxwazim dilê kesî bihêlim, ji ber wê navên herêman nadim. Bi rastî jî li hin herêmên Kurdistanê narsîstî gorî yên din gelek zêde ye.
Întelîsansiya me deryaya narsîzmê ye. Divê bêjim hîç rewşenbîrek bi qasî yê Kurd fedakar nîne. Wan berdêlên mezin dane. Ciwaniya xwe, jiyana xwe dane bo neteweya xwe. Werin em hinekê maf bidin wan, ji wan fêhm bikin. Ên xelkê pîr bûn, malnişînî dibin, diçin betlaneyan. Ê me ev derfet nîne. Çi bikin narsîstên me yên reben? Ew jî mecbûr in di nava sazî, çapemenî, partiyên polîtîk ûêd de ji xwe re cihekê cêbikin. Pirraniya cihan girtine jixwe. Bo mînak salekê di zîndanê mabin, bîst salan dixwazin li ser wê biaxivin û îtîbarê bibînin. Nedîtin bi hevûdu dikevin. Piştî pêşketina înternetê jî gelek ji wan bûn Youtuber. Ji bo etîketekê, pesnekê, xelatekê hevûdu dixwin. Min hin akademîsyenên Kurd naskirin, bi rastî mirov divê ji wan bitirse. Bo xelatekê dikarin qanûnên cezayê jî binpê bikin.

Ji ber ku di bingeha narsîzmê de li gel gelek sedeman, bûyerên travmatîk ên ku xwebaweriyê tune dike jî hene, pirr mantiqî ye ku li cem Kurdan narsîzm jî zêde be. Kurd jiyanake awarte dijîn. Qet nebe 150 sal in, bêrawestan di bin zilmê de ne. 

Ji neteweyên din zêdetir ev sedem hene:

  • Bêdewletbûna Kurdan. Kurd li çar parçeyan dewletên hene ne wekî yên xwe dihesibînin. Ji dibistanan heya baregehên leşkerî, ji lambeyên trafîkê heya nexweşxaneyan tiştekê wekî yê xwe nabînin. Bi sîmbolên van dewletan re girêdaneke wan a ruhî nîne, heya wan bo xwe wekî gefxwarinek jî dibînin.
  • Nebûna perwerdeya zimanê zikmakî. Girêdanên bingehîn ên kesayetiyê bi term û peyvên zimanekî biyanî çêdikin. Germî û baweriya zimanê dê-bavê tune.
  • Kêmbûna radeya perwerdeyê. Gorî statîstîkên sala 2004î, kêmzêdeka perwerdeyê ya li bakurê Kurdistanê pola çarem e. Niha çiye em nizanin. Helbet hikûmetên Tirkiyeyê statîstîkên heyî vedişêrin û ji me re rastiyê nabêjin.
  • Operasyonên eskeran û zilmên din. Kurdek ku kêm-zêde tûşî serpêhatiyên trawmatîk nehatiye, nîne. Trawma ziyanê dide xwebaweriyê.
  • Şîdeta mamosteyan di dibistanan de, bi taybetî dibistana seretayî de. Sedemê gelek sosyalfobiyan ev e. Zarok û ciwanên Kurd hinekê şermok in û bi ya min fobiya civakî bi taybetî li bakurê Kurdistanê gelek zêde ye.
  • Xizanî û birçîmayîn. Nahêle yan dijwartir dike ku mirov xwe di jiyanê de bipêşbixe.
Mirov dikare narsîstan bi du tiştan nasbike:

  1. Nikarin empatiyê bikin, Xwedê ev behremendî nedaye wan.
  2. Tehemûla wan bo rexneyê nîne. Ji rexneyê hez nakin, dikarin bi we re şer bikin.

Taybetiyên wan ên din jî ev in:

  • Xwe gelek biqîmet dihesibînin.
  • Dikarin bi hêsanî kesên din bo egoya xwe bikarbînin, viya normal dibînin.
  • Ruhê wan di pesinan de ye. Dixwazin û hezdikin ku herkes pesnê wan bidin.
  • Di xeyal û fantaziyên xwe de carnan tiştinên awarte jî hene. Bo mînak ew çeleng, dewlemend in, herkes rêza wan digire hwd.
Krîtera girîng a astengdariya kesayetiyan

Heger kesayetiya me krîterên astengdariya-xerabûna kesayetiyê dihewine, nexwe çi narsîst, çi aktîv-pasîv, çi hîstriyonîk an înstabîliya hestan ûêd be, em bingehê di zaroktiya biçûk de digerin. Heger em di nava salên 4-6 û 9-13an de bi dê û bavê xwe re bijîn, dê-bavên me mirov ên kamil û baş bin, ji me hezbikin, eleqedar bin, li dijî me zorkeriyê nekin, heger atmosfera malbatê bi kêf be, li dibistanê yan derve xerabiyekê nejîn, di me de astengdariya kesayetiyê rû nade. Em bi hemî kêmasî yan derdên xwe dibin mirovên bi gotineke relatîvî "normal". Ez her dibêjim, "normal" û "nenormal" tunin, yên heyî jî relatîvî ne, gorî cih û demê tên guhertin. Gorî pirraniyê rengê xwe digirin.

Dema yek bi gumana astengdariya kesayetiyê hat pêşberî me, em ji bo dîagnozê kontrol bikin, tiştekê dikin: Ka nexweş, dîagnoza hatiye dayîn, ango xerabûna kesayetiya xwe qebûl dike, hinekê be jî li xwe mikur tê, yan na. Heger qebûl bike, nexwe pê re xerabûna kesayetiyê tune. Ew her viya red dikin, napejirînin.

Serederkirin bi narsîstan re

  • Nehêlin ew bi gotin û tevgerên xwe we rencîde bikin, bipelixînin.
  • Narsîzmê nas bikin.
  • Narsîst baş dizanin bandorê li mirov bikin. Taybetî di têkiliyên evînê de baldar bin, narsîst mirov baş dixapînin. Heger kesekî zêde şarman û romantîk e, ji xwe bipirsin "çima wisa ye?"
  • Narsîst dixwazin her balê bikişînin. Vê rehetiyê nedin wan. Ramanên xwe jî bêjin.
  • Ti carî li cem narsîstan xwe qels nîşan nedin. Ev wan provoke dike, tehrîk dike ku bêhtir we bipelixînin.
  • Nekevin rola qurbaniyan. Hûn li cem narsîstan çiqas "mezlûm" û "qûrbanî" bin, ew ewqas zêde "zalim" dibin. Bi giştî rola qurbaniyan di jiyanê de ti pirsgirêkan safî nake.
  • Ew dijminê rexneyê ne. Zû bi zû wan rexne nekin. "Erê erê, hi hiii" bêjin û we dît dixwaze we rencîde bike, bi helwesta xwe sînorê xwe nîşan bidin. Bo mînak bêjin "ez divê herim".
  • Heger hûn mecbûr in bi narsîstek re bijîn, divê teqez behremendiyên xwe pêşbixin.  Alîkariya derûnî werbigirin baş e bo we.
  • Zewac bi narsîstan re gelek zehmet e. Heger hezkiriya/ê we narsîst e, divê bizanibin hûn ê roj were nexweş bikevin. Tevlî qursên coaching (pêşxistina behremendiyan) bibin, baş e.
  • Narsîstan bi devedora xwe, malbat an hevalên xwe re nedin naskirin. Narsîst bo li ser we desthilat be, gelek caran devedora we jî bikartîne, manûple dike. Bi gotineke din wan jî aciz dike.
  • Ne hemî, lê pirraniya narsîstan mirovên ne durist in. Bo berjewendiyên xwe mirovan xerc dikin. Ti carî bi sozên wan bawer nekin, da hûn rojekê poşman û xemgîn nebin.
  • Nehêlin narsîst kalîteya jiyana we kêm bikin. Xwe ji bo kirinên wan paşve nekişînin, îzole nekin. Bi rengê xwe jiyan û bextewarî mafê me ne.
  • Di xwe de negirin, derdê xwe parve bikin. Helbet bi hevalên xwe yên baş re. Axavtin baş e.
  • Bedena xwe jibîr nekin. Werzîşê bikin, sîstema parastina laşê xwe bihêz bikin.

24.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (i. G.)

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...