Birînên Zaroktiyê
Êdî her kes dizane, mirov kewa xwe, qalibê kesayetiya xwe di zaroktiyê de digire. Baş e. Heger em bo mînak di nava temenên 4-6 an 9-13yan de tûşî êrîşên derûnî (wekî mobîng, destdirêjî, ji pêdiviyên derûnî bêpar mayîn ûêd) bibe û di wextê de alîkariya derûnî nebîne çi rûdidin? An jî çi dikarin rûbidin?
- Ev dikare bandoreke neyînî li kesayetiya me bike, kesayetî û karakterê me de guhertinan çêbike. Heya dikare astengdariya kesayetiyê jî çêbike.
- Kivşekirin û terxankirina sînorên taybet ên takekesiyê dijwar dibe. Carnan dikarin tu tiştek bo hezkiriyên xwe hîs nekin an berevajî wê, dilê wan li kesên biyan germ bibe.
- Gotina “na” li me dibe jehr, nikarin bêjin “na ez viya naxwazim, na tu şaş î, na ez nikarim”. Ji ber wê gelek bela tên serê me, ziyanên mezin ên madî-manewî pêk tên.
- Dikare bikaranîna alkol, xumar, madeyên hişbir destpêbike.
- Hîsa domdar, nediyar a xwesûcdarkirinê. Wekî enerjiyeke negatîv tê ser mirov, însan xwe biçûk û bênirx hîs dike lê nizane çima.
- Perfeksiyonîzm. Mirov dixwaze her tiştê perfekt, bêqisûr bike lê nikare di ti tiştî de jî biserkeve.
- Xemxwariya xelkê. Dixwaze her çêyiyê bike, bo xelkê. Tê xapandin, heqê wan tên xwarin (people pleasing). An jî berevajî, vekişandina civakî û agresyona dijî mirovan zêde dibe.
- Behremendî û potansiyelên mirov kor û kilît dibin. Bo mînak hunera destê pirr xurt e lê mirov nikare wê bikarbîne.
- Gelek kêm be jî dikare carnan dîsosiye bibe (jixweçûn, ketina nermane, hiş vekiriye lê dişide wekî peykerê dibe. Berevajî dikare li bîranînek bizeliqe û wekî rast e bipelpite).
- Hin helwest û tevgerên fetîşî û refleksî dikare pêşkeve kû bi serpêhatiyên trawmatîk re têkildar in. Heger ev serpêhatî destdirêjî yan sûîstîmalên zayendî bin, bo mînak, dema mêr an jinekê dît mirûzê xwe dike yan jî her kincên protestî xwe dikin, sîmbol û xemlên protestî bikartînin.
Darius Winzer, Kurtenivîs, Beşa NSPTê, Nr. 40
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)
