JI DILXWAZ Û ALÎKARÊN PROJEYA ME
RE!
Em ê hin civînên online ên berfireh lidarbixin. Ango
li ser înternetê. Di van civînan de em ê riya xwe kivşe bikin û erkên xwe
parvebikin. An em ê wekî weqf derkevin rê, yan jî wekî akademî. Kesên tevlî
civînan dibin bo dema civînê tên agahdarkirin. Ji beşdaran re bi riya WhatsApp
an Epeyamê link tên şandin.
Kesên nû ku dixwazin tevlî karwana me bibin, ji
kerema xwe bi Darius re têkilî daynin. Da di wextê de tevlî civînan bibin.
Awayên civînan
-
Civîna dilxwaz û alîkarên projeya me (bi Kurdî)
-
Civîna dilxwaz û alîkarên projeya me (bi Tirkî)
-
Civîna seta terapiyê (7 psîkolog, 3 psîkiyatrîst, 4 bijîşkên somatîkê, 1
sûpervîzor û 2 şêwirmendên civakî û 1 civaknas) (bi Kurdî û Almanî)
-
Civîna lijneya damezrîneran
Rojeva civînên me yên bo dilxwaz û alîkaran
-
Avavtina sereke ya moderator
-
Kurteaxavtina hevalek li ser
pêwîstiyên sereke
- Kivşekirina nave înstîtusyona me
- Xwe dane naskirin û pêşniyarên beşdaran
- Aktûalîzekirina lijneya damezrîner
- Peşniyarên bo çareserkirina kêşeya darayî
- Pêşniyarên bo parvekirina erkan
- Kurteaxavtina Darius
- Axavtina moderator, xwendina biryaran
Rojeva civîna seta terapiyê
-
Axavtina sereke ya
moderator
- Xwe dane nasîn
- Bibîrxistina normên psîkoterapiyê li Almanya û Ewropa
- Parvekirina erkan bo pêvajoya damezrandinê
- Pêşniyar bo dokûmentasyon, protokolên înstîtûsyona me
- Pêşniyar bo terapiya online
- Pêşniyar bo nave kovar û medyayê
- Parvekirina erkan
-
Axavtina
moderator, xwendina biryaran
Civîna lijneya damezrîneran (bi Kurdî û Almanî)
-
Axavtina sereke ya
moderator
- Tesbîtkirina kêşeyên aktûal
- Parvekirina erkan (seta terapiyê, medya, bûrokrasî ûêd)
- Organizekirina civîna fermî ya yekem
-
Axavtina
moderator, xwendina biryaran
Ev bû du sal in ez dikim
qareqar ku pêwistiya neteweya me bi navendeke derûnnasiyê heye. Bi milyonan
Kurdên trawmatîzebûyî hene. Herwiha bi milyonan Kurdên li diyasporayê jî, ji
ber cudabûna çandan nikarin ji xizmetên derûnnasiyê baş sûdwerbigirin. Li
Ewropayê rêbazên psîkoterapiyê bo kûltûra Anglo-Saksoniyan hatine avakirin (bo
mînak Behavioral Therapy) û ev jî li cem Asyayiyan ne gelek bikêr e.
Ên xelkê dewletên wan, enstîtuyên wan
hene, him bo derûniya giştî ya neteweya xwe lêkolînan dikin, him jî gelên xwe
ji şerê psîkolojîk diparêzin. Mixabin ê me nîne. Bi hezaran qurbaniyên Êzîdî
yên ji destê DAÎŞê (IS) hatine rizgarkirin, di kampên Başûr an Rojava de, ji
derûndermaniya profesyonal bêpar in. Nexweşên trawmaya derûnî bi wan re hene,
heger terapî nebin, dikarin du xetere li benda wan bin; Xwekuştin û bikaranîna
madeyên hişbir (alkol ûêd). Herwiha psikotrawma ji nivşekê derbasî yên din jî
dibe û serî de malbatên van nexweşan, berdêla wê, tevayî neteweya Kurd dide.
Min seta terapiyê (therapeutic setting)
avakiriye, projeya xwe kamil kiriye. Lê ez tenê şexsek im û bi mehaniyek biçûk
dijîm. Û zarokên xwe re him bavtî, him jî dêtiyê dikim. Ji ber sedemên taybetî
(prîvat, malbatî), di dema pandemiya Coronayê de rewşa min a aborî bi giştî
xerab bû. Derfeta min nîne ez fîrmayekê damezirînim. Divê bête zanîn ku, tenê ji
bo malperekê da em pê bikarin terapiya online bikin, 6 heya 25.000 Euro (herî
erzan û herî biha) divê. Herwiha bûro,
kompûter, teknîkên din jî divên.
Min heya niha ji kesî pere nexwestiye. Min
got werin alîkariya damezrandinê bidin me. Gelek weqfên me, sazî, komele,
konfederasyonên me hene. Heger em bigirtan binê sîwana xwe, bi me re hevkarî
bikiran, niha zû de bû, em biserketibûn.
Me serî li nêzîkî 200 akademîsyenên
Kurd, hin federasyonên diyasporayê û medyaya Kurdî da. Hemiyan pesnê me dan,
soz dan me. Lê mixabin piştre silav jî nedan. Akademîsyenên me yên li
diyasporayê ji ber ku karmendên Ewropayî ne, ti hêviyê nedan me. Ji wan re
krawatek, tîtilek, mehaniyek bes e. Hişmendiya wan a memûran e, oryantalîst in,
xelkê xwe biçûk dibînin. Bi havînan diçin Antalya û Alanya betlaneyê, naxwazin
konfora xwe winda bikin. Ji wan re jiyan ev e û bes e. Em neviyên Ebûlizê
Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî ne, “her tişt bi xeyalekê dest pê dike”. Mala wan, mala hin profesorên me
yên navdar ava be ku hema ji me re dua jî nekirin.
Rastegîniyek di
civaknasiya Kurd de rû daye, tebaqeyek, çînek ronakbîr û pêşeng derketiye. Ango
çîneke elît derketiye û vîzyona wan hê dema Şerê Sar de maye. Ti tişteka ew
bidin civakê nemaye lê balkêş e ji bo paye, nav, meqam û îtîbara xwe winda nekin,
berxwedaneke tund didin. Ne kesî digirin nava xwe, ne tehemûla opozîsyonekê
dikin, ne jî ji mirovên afirandêr hezdikin. Navxwazim navên wan bidim lê gelek
sazî û kesayetên Kurd em xapandin, mijûl kirin, wexta me xwarin. Ew mirovên biçûk in û dive em
bes gunehiya xwe bi wan bînin, merhametê li wan bikin.
Li gel ewçend zehmetiyan,
dîsa jî me karî em seta terapiyê avabikin. Herî dawî hêvî dimire. Niha em çend
kesên îdealîst hatine ba hev û dixwazin xizmetê bikin.
Ti berjewendiyeka me di vî karî de nîne. Divê
bêjim, seta terapiyê ji bijîşk, derûnnas, şêwirmendên civakî û sûpervîzoran pêk
tê û ji xwe karê her kesî heye. Ango em ne ji bo pere qezenc bikin vî karî
dikin, berevajî wê, dixwazin ked û zanîna xwe, tecrûbeyên xwe bikin xizmeta
neteweya xwe. Em dê herin kampên penaberan ên li Kurdistanê ne, di bin konên
wan de terapiyê bikin. Ango em dixwazin fedakariyê bikin.
Fîrma baştir e ji weqfê. Fîrma dikarin
bo xwe fînanse bikin, ticaretê jî bikin, lê weqf nikarin. Heger em bikaribin
fîrmayek avabikin, em ê bi zimanên curbecur psîkoterapiya nexweşan, di forma
terapiya ambûlant de bikin (ku sîgortayên nexweşiyê pereyê wê didin). Herwiha
em dikarin pirtûk, kovarên me çapkirine bifiroşin û bûtçeyekê ji xwe re
çêbikin.
An jî heger em bikarin fînansorekî
bibînin dê di demekê kurt de bikarin deynê wî fînansorê jî bidin. Yek bikare
kredî ji me re bigire, em ê bikaribin teqsîdên krediyê, bi xwe bidin. Bo
destpêkek profesyonal, a herî baş fîrma ye. Wekî min got, heger înstîtûsyonek
Kurd me bigire binê sîwana xwe, ji xwe mesele jî safî dibe.
Banga min ji hemî kesên îdealîst,
xwedîvîzyon û xêrxwazan re ew e ku alîkariya me bikin. Werin tevlî me bibin û
beşdarî civînan bibin.
Navê Akademiyê
Akademiya me bi civîna giştî navê xwe digire.
Weqf an GmbH (şîrket)?
Heger alîkariya me bê kirin, fîrma baştir e. Lê amadekariyên me bo weqfê
jî hene.
Lijneya damezrîneran
7 kes hatine amadekirin.
Seta Terapiyê
Me Seta Terapiyê (Therapeutic Setting) amadekiriye ku ji psîkiyatrîst,
bijîşkên laşî, sûpervîzor û derûnnasan pêk tê. Hejmara wan heya niha 1
Sûpervîzor, 4 bijîşkên nexweşiyên somatîk, 3 Psîkîyatrîst, 7 derûnnas û 2
şêwirmendên sosyal, 1 civaknas in.
Danasîna Projeya Me
Me ji bo projeya xwe bidin nasîn, bi gelek akademîsyen, sazî û dezgehên
Kurdî re têkilî danî . Projeya me elaqeyeke mezin dît. Hemiyan jî soz dan ew dê alîkariya me
bikin. Lê mixabin heya niha alîkariyekê nehatiye kirin.
Armancên sereke yên akademiya me
Rênameya me ji 32 rûpelan pêk tê. Rêname bi Almanî hatiye amadekirin bo
dadgehên Almanyayê. Min di hin bernameyên medya online a Kurdî de behsa erk û
armancên projeyê kiriye. Ji ber sedemên dadî, rêname dê piştre bo rayagiştî bê
îlankirin.
Di vê bernameyê de li ser erk û armancên projeyê
axiviye:
https://www.youtube.com/watch?v=hEwwzckj4Kc
Li gel silav û rêzên xwe
Darius Winzer
E-Peyam: dariuswinzer@t-online.de
Twitter: https://twitter.com/Darius_Winzer