Şerê Ûkrayna-Rûsya û zarokên we
Şerê Ûkrayna û Rûsya ne tenê bi çekan dimeşe, ew zêdetirî şerê psîkolojîk dikin. Helbet bandoreke neyînî li zarokan dikin. Tevahiya zarokên baxçeyê zarokan û gelek ji xwendekarên dibistana seretayî kêm ditirsin an hîç natirsin. Lewra lêhayiya wan cuda ye û mekanîzmayên wan ên redkirinê hene. Hin zarok ji xwezayî ve hestyar, hestnazîk in, bêhtir li xwe digirin.
Çi bikin?
- Helbet girîngiyê bidin xem û tirsa zarokan, cidî bigirin. Ti carî henekên xwe bi wan nekin.
- Wekî dê û bav xwe sûcdar nekin ku zarokên we ditirsin. Ma şer û karesatan hûn dernayînin.
- Ti carî nebêjin ku ev şer we eleqedar nake, "bila hevûdu bixwin" an "Rûsan Efrîn dan, de bila belaya xwe bibînin" hwd. Lewra erka dê-bavan e ku hûmanîzm û exlaqê bide zarokan.
- Dikarin bipirsin da şer bi ser we de jî were yan na. Li vir hinekê hesas tevbigerin. Lewra zarok dizanin Kurd bêdewlet in û li Kurdistanê her şer hebûye. Dikarin bêjin: "Îro dibe ku sed hezar zarok ji dayîk bûn, dused hezar cot zewicîn, sêsed hezar kesan xeberên xweş wergirtin. Helbet xerabî jî heye di jiyanê de. Em çima her bala xwe bidin aliyên xerab ên jiyanê?".
- Rastgo bin. Heger nikarin bersiva pirsan bidin, aşkera bêjin "nizanim". Bo mînak wiha bêjin: "Wekî me pirraniya mirovan xemgîn in bo şer. Hewldan gelek in ku şer bê rawestandin. Di dîrokê de çawa ku mirovên zalim derketine jî, dîsa jî her mirovên baş biserketine".
- Helbet dikarin pirsa şerê atomî/nûklear jî bikin. Gorî temenê zarokê tevbigerin. We dît pirsan dubare dipirsin, dikarin bi mînakek konkret bersiv bidin. Bo mînak: "Keça/kurê min, tu û hevalên xwe jî car heye gelek û gelek ji hevûdu diqeherin. Heya, mirina hevûdu jî dixwazin. Heya, li hevûdu didin. Lê tiştinên zêde xeterdar nebûn. Tundujîtî nebaş e. Helbet mirov carnan gefê dixwe, lê mirov wan gefan bicih nayne".
- Dema zarok ji dibistanê vegeriyan, nûçeyan temaşe nekin, bihêlin bila ew razên.
- Zarok bivê-nevê ji devedorê hin agahiyan dibihîsin, hin dîmenên hovane yên şer dibînin. Bi wan re nekevin gengeşiyê, berevaniya yan dijberiya emosyonên wan nekin. Ji we tê, rasyonalîze bikin. Bo mînak: "TV an rojname nûçeyan dramatîze dikin da balê bikişînin. Dibe ku ewçend kes nemiribin. Dinya alîkariyê dide Ûkraynayiyan, nexweş û birîndaran tenê nahêlin. Baş e ku birçî jî namînin. Tevahiya mirovahiyê ketine xebatê ku şer bidawî bibe".
- Nêrînên xwe yên polîtîk tevlî gotûbêjan nekin. Nebêjin Zelenkî yan Pûtin baştir e. Lewra zarok dê û bavan wekî lehengên xwe dibînin, wan teqlîd dikin. Barê Pûtîn, Zelenkî yan yên xwe nexin stûyê zarokan. Ji wan re ne siyaseta şer, lê aramî, ewlekarî û hezkirin pêwîst e.
Darius Winzer